Ji Namibyayê ji bendewariya Elmanyayê wêdetir daxwaza tazmînatê

Ji ber sedema ku Elmanya destpêka sedsala 20’an li Namibya komkujî kiribû, müzakere didomin,di van muzakereya de ji ya ku Berlînê hêvî dikir zêdetir tazmînat tê xwestin.

Piştî ku komkujiya ku bi deh hezaran kes hatibûn kuştin ji hêla Wezareta Karê Derve yê Elman ve cara pêşî hate qebûlkirin muzakereyên tazmînatê yên di navbeyna Elmanya û Nabimyayê de ev kete sala sêyan ku didome. Par mirovên ji du gelan doza bi 30 milyar dolarî ya ku li DYA’yê vekirin didomî, tê gotin di muzakereyan de ji ya ku Elmanya hêvî dikir gelek zêdetir tazmînat hatiye xwestin.

Ruprech Polenz ku li ser navê Elmanya muzakereyan didomîne got, ‘’Hêviya Namibyayê jiya ku Elmanya dikare bide gelekî zêdetir e’ Polenz got  hikûmeta Emanya zêdeyî alîkariya rabûna berdest ,’’bi asteke girîng angajmana alîkariya metaryalê’ pêşniyar kiriye.

Lê agahiyên zelal nehatin dayin bê ka aliyan di mijara tazmînatê de çi teklif dane hev û çi ji hev xwestine.