BI DÎMEN

Ji bo Sûrê rêveberiya xwecihî

Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol diyar kir ku wê ji bo Sûrê rêveberiyeke ji cih û xwecihî ava bikin û rewşa dîrokî û çandî ya navçeyê biparêzin.

Ji Hevşaredarên Navçeya Sûrê ya Amedê Gulan Fatma Onkol pêvajoya hilbijartinê û çavdêriyên xwe yên destpêkê yên li şaredariyê ji ANF'ê re nirxand.

Gulan Fatma Onkol anî ziman ku bi destpêkirina karên hilbijartinê re wan li Sûrê tevî rêxistina navçeyê û gel dest bi kar kirin û bi ruhekî seferberiyê yê mezin xebitîn. Gulan Fatma Onkol diyar kir ku destpêkê ew bi hilbijêrên bê biryar re rûniştin û got, "me xwe gihand gelê xwe û qala xisarên qeyûm kir. Em li ser girîngiya xwedîderketina li îradeya xwe axivîn. Roja hilbijartinê jî weke dewama karên xwe em li dibistanan geriyan û xwedî li dengê xwe derketin. Ji bo me 31'ê Adarê gelekî girîng bû. Bajarên me 8 sal in bi mejiyê qeyûm dihatin birêvebirin û îradeya gelê me hatibû desteserkirin. Gelekî girîng bû ku gel li ber qeyûm rabû û xwedî li dengê xwe derket. Li dijî polîtîkaya tinehesibandinê hilbijartina xwedîderketina li îradeya Kurdan bû."

ŞEHÎDÊ DEMOKRASIYÊ EMÎN ÇELÎK

Gulan Fatma Onkol diyar kir ku di roja hilbijartinê de bûyereke neyînî qewimî û got, "Berdevkê me yê qadê û wezîfedarê me yê li dibistanê hevalê me Emîn bi rengekî hovane hate qetilkirin. Me şehîdê xwe yê demokrasiyê spart axê. Tevahiya rojê li wî gundî û gundên derdorê rageşiyeke mezin hebû. Pevçûnê bi saetan dewam kir. Mixabin ne rewşeke welê ye ku em xerîbê wê ne. Di hilbijartinê de li dijî hêzên demokrasiyê gelek bûyerên bi vî rengî qewimîn û diqewimin."

PIŞTÎ HILBIJARTINÊ BUDÇEYA KIRÊKIRINA WESAYITAN A JI MILYONEK LÎREYÎ

Gulan Fatma Onkol anî ziman ku ew serketina li Sûrê û serketina hilbijartinê diyarî Emîn Çelîk dikin û mazbatayên xwe jî ji bo wî wergirtin, wê her tim dilsozê têkoşîna wî bin.

Gulan Fatma Onkol anî ziman ku wan mazbatayên xwe bi derengî wergirtin û got, "Me dît ku di nava çend rojên dawî de hewl dan qaseya şaredariyê, hesabên şaredariyê vala bikin. Karê me yê li ser lêkolînkirina daneyan dewam dikin. Mixabin di 4'ê Nîsanê de jî bi milyonek TL'yî wesayitek ji cihekî hatiye kirêkirin. Her wiha me tespît kir ku li gelek deveran deyndar bûne. Lêkolînên me hîn jî dewam dikin."

BILA SÛR BIBE BAJARÊ JIN, ZAROK Û ASTENGDARAN

Gulan Fatma Onkol herî dawî got, "Sûr navçeyeke ku bi tena serê xwe gelekî xweser e. Xwedî gelek cihêrengiyan e. Malovaniyê ji gelek çand, rewşên dîrokî yên cuda, ziman û olan re dike. 8 sal in bi polîtîkaya qeyûm hewl dan ku bikin yek tîp. Malên 'Toledo' mînaka herî mezin a vê yekê ye. Her wiha bi navê veguherîna bajarî guhertinên li Sûrê kirin yek ji mînakên yek tîpkirin û dûrxistina ji dîrokê ye. Beriya her tiştî karê me wê ji bo parastina rewşa çandî û dîrokî ya Sûrê be. Sûr di heman demê de veguherî herêmeke welê ku koçberî gelekî lê çêbû. Ji ber vê jî em ê hewl bidin ku gel li malên xwe, li kolanên xwe vegere. Li dijî narkotîk û fûhûşê em ê ji bo parastina zarok û ciwanên xwe bixebitin. Malbat herî zêde di vê mijarê de hêviyê ji me dikin. Bi karê şaredariya civakî em ê van pirsgirêkan çareser bikin. Hêviya ji me ev e. Bila Sûr bibe bajarê jinê, bajarê zarokan, bajarê astengdaran. Em dixwazin bi sîstemeke welê bixebitin ku ji bo her kesî qadekê ava bikin. Em amade ne ku ji cih xizmetê ji gel re bikin û di vê mijarê de erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."