Ji bo parastina mîrata çandî daxwaza misyona NY’yê

Italya ku îsal wê ji Civîna G7 re malxweyîtiyê bike ji bo ku li tevahiya dinyayê mîrata çandî were parastin biryar da ku mîsyonek were avakirin.

Italya ku îsal serektiya G7’ê dike, duh li Floransayê bi mebesta qadên Mîrata Çandî a Dinyayê ne werin parastin civînek pêk anî.

Di civînê de nîqaş hate kirin ku weke misyonên Hêzên Aştiyê yên ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve têne peywirdarkirin ji bo mîrata çandî jî werin avakirin.

Li gorî fikra Italyayê bi navê ‘’Hêza Misyona Çandî’’ leşkerên NY wê qadên mîrata çandî jî biparêzin. Li ser parastina mîrata çandî zêde berfirehî nehat dayin lê hate gotin ku biryar hatiye dayin pisporan bişînin hêzên ku şer lê heye.

Tehrîbatên ku çeteyên radîkal li ser qadên Mîrata Çandî ya Dinyayê kirin bal kişandibû. Di serî de hilweşîna bi destê çeteyên DAIŞ’ê ya li Sûrî û Iraqê, hilweşîna li Malî ya Tombouctu a bi destê DAIŞ’ê di çapemeniyê de xuya bûbû.

Komên çete yên weke DAIŞ’ê hem qadên sîteyê tehrîb dikirin û hem jî gelek berhem bi rêya qeçaxçiyan difirotin û pere bi dest ve dianîn.