Ji ber nexweşiya sorikê bi milyonan mirov mirin

Her sal bi milyonan mirov ji ber nexweşiya sorikê jiyana xwe ji dest didin. Tê gotin, nebûna derzî û derfetên tedawîkirinê sedema mirina ji ber sorikê ye.

Nexweşiya sorikê ku herî kêm li 12 welatên Ewropayê hîn bi temamî ji holê nehatiye rakirin, bi taybetî li welatên pêşketî ji ber derziyên mecbûrî yan jî pêşniyarkirî hate kêmkirin. Li Brîtanya, Arnavût, Yewnanîstan û Çekyayê bi sedan nexweşên sorikê hatin tespîtkirin. Lê belê li welatên ku derfetên derzîkirinê kêm in, her sal bi milyonan mirov ji ber nexweşiya sorikê jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO), heta niha bi saya derziyên li dijî nexweşiyê hatine kirin her sal bi milyonan mirov ji mirinê hatine rizgarkirin. Li gorî WHO'yê, tenê di navbera salên 2000-2016'an de bi saya derziyan herî kêm 20 milyon mirov ji mirina ji ber sorikê hatin rizgarkirin.

Li gorî WHO'yê di nava heft mehên destpêkê yên vê salê de 364 hezar nexweşên ji ber sorikê hatin tespîtkirin, lê belê tê gotin ku hejmara rasteqîn herî kêm bi deh qatî ji vê yekê zêdetir e.

Berpirsyara departmana derzîkirinê ya WHO'yê Kate O'Brien diyar kir, li gelemperiya dinyayê her sal 6,7 milyon mirov ji ber nexweşiya sorikê yan jî nexweşiyên pêwendiya xwe pê ve hene jiyana xwe ji dest didin.

Nexweşiya sorikê bi giranî li Komara Kongo ya Demokratîk, Madagaskar û Ûkraynayê tê dîtin. Bİ taybetî li Kongoyê ji ber şerê navxweyî gelek kes ku piraniya wan zarok in ji ber nexweşiya sorikê jiyana xwe ji dest dan.

Tê gotin her wiha kêmaniya xizmeta tenduristiyê jî dibin sedem ku mirina ji ber nexweşiya sorikê hîn bêhtir bibin.