Baranê li Nîkaragûayê şidand: 14 kes mirin

Li Nîkaragûayê, ji destpêka vê mehê ve ji ber barana şid û rabûna çem 14 kes mirine.

Barana ku roja Duşemê ji nû ve xwe şidand, tê payin ku rojên bê jî dewam bike.

Roja Sêşemê li 8 ji 17 bajaran di asta sor de alarm hate dayin. Hate gotin, roja Pêncşemê 5 kesên ku hewl didan 'bêyî hay ji xwe hebe' ji çem derbas bibin, li ber avê ketin û mirin.

Alîkarê Serokkomarê Nîkaragûayê Rosarîo Mûrîllo bang li welatiyên ku li dora çemên rabûne dimînin kir ku hay ji xwe hebin.

Ji destpêka meha Cotmehê ve 14 kes ji ber baranê mirine.

Li gorî raporeke fermî, nêzî 900 kesî xwe li stargehên demkî ya jî xwe li xizmên xwe girtine. 327 ji van vegeriyan malên xwe yên li ber avê ketine.

Xisar li 1.412 malan bû. 9 xanî bi temamî hilweşiyan.