Husiyan berpirsyariya êrîşa dronê ya li Tel Avîvê girt ser xwe

Serhildêrên li Tev Avîvê, berpirsyariya êrîşa balafira bê mirov a li Tel Avîvê girt ser xwe.

Îro 19’ê Tîrmehê li navenda bajarê Tel Avîv a Îsraîlê, bi dronê êrîşek pêk hat û di encamê de kesek mir. Serhildêrên Husî yên li Yemenê, berpirsyariya vê êrîşê girtin ser xwe.

Rayedarekî leşkerî yê Îsraîlî daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku sihara Îniyê di saet 3.12’an de balafireke bê mirov “li apartmaneke li nêzî konsolosxaneya Emerîkî ya li Tel Avîvê ketiye”. Rayedar got, “Ev droneke pir mezin e ku dikare mesafeyên mezin jî derbas bike.”

Rayedar ev tişt jî got: “balafira hewayî ya bêmirov ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hate tespîtkirin, lê ji ber ‘şaşitiya mirovî ‘sîstemên astengkirin û parastinê neketine dewrê’.”

Rayedarê leşkerî got: “Ti alarmên hişyariyê pê neketin. Ev jî parçeyekî lêpirsîna me ye. Li Tel Avîvê alam lê nexist, ji ber nehatibû aktîfkirin.”