HRW: Tirkiye penaberan dikuje û wan dersînor dike
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku Tirkiye penaberên Sûriyeyê bi awayekî girseyî dersînor dike û ji Yekîtiya Ewrûpayê xwest ku vê mijarê têxe rojeva xwe.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku Tirkiye penaberên Sûriyeyê bi awayekî girseyî dersînor dike û ji Yekîtiya Ewrûpayê xwest ku vê mijarê têxe rojeva xwe.
HRW daxuyaniyek da û diyar kir ku Tirkiye ji Kanûna 2017’an û vir ve li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê rêya bi sedan û carinan bi hezaran penaberan dibire.
PENABER HATIN KUŞTIN Û BIRÎNDARKIRIN
HRW’ê got ku, “Penaberên ku hewl didin bi rêyên qaçax derbasî Tirkiyeyê bibin ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve tên kuştin û birîndarkirin. Sûriyeyiyên ku nû nêzî Antakyayê bûne yê ku bajarekî Tirkiyeyê ye, li İdlibê tên dersînorkirin.”
Alîkarê dîrektorê bernameya mafên penaberên ê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) Gerry Simpson got ku, “Leşkerên li ser sînor valahiyên li ser sînorê Tirkiyeyê dadigirin û bi sedan kesên ji Sûriyeyê li vê xetê asê bûne û bombe li ser wan tê barandin.”
Simpson got ku, “Divê Yekîtiya Ewrûpayê çavê xwe ji binpêkirina hiqûqa penaberan re negire û ji bo ku Tirkiye sînorê xwe ji van kesan re veke divê zextê li Tirkiyeyê bike.”
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ BÊDENGIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
HRW diyar kir ku neh kesan dema ku xwestine sînorê Tirkiyeyê derbas bikin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine kuştin û got “Divê YE çavê xwe ji vê polîtîkayê re negire. YE jî penaberên ji Sûriyeyê qebûl nake. Divê YE li gorî taahutên xwe tevbigere û bi welatên din re vê kêşeyê çareser bike. Divê zêdetir penaber werin bicihkirin, vîzeyên mirovî û yên din werin dayîn û alîkariya penaberan were kirin.”