HRW: Hêzên Bûrkîna Faso 31 sivîl înfaz kirin
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku hêzên ewlekariyê yên Bûrkîna Faso li bakurê welêt 31 sivîl înfaz kirin.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku hêzên ewlekariyê yên Bûrkîna Faso li bakurê welêt 31 sivîl înfaz kirin.
Midûra Rojavayê Efrîkayê ya HRW'ê Corînne Dûfka daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Xuya ye hêzên ewlekariyê yên Bûrkîna Faso di operasyoneke antî-terorê de 31 mêr înfaz kirine ku ev yek dikare sûcê şer be."
Hate ragihandin ku înfaz di 9'ê Nîsanê li bajarê Djîbo yê li bakurê welêt çêbûye. HRW'ê ji rayedaran xwest ku tavilê der barê komkujiyê de bi rengekî bêalî dest bi lêpirsînekê bikin û erka xwe çi dibe bila bibe ji rayedarên berpirsyar hesab bê pirsîn.
HRW'ê li bajarê Djîboyê ku bi 200 kîlometreyî li bakurê paytext Oûagandoûgoû ye, lêkolîn kir û ragihand ku mêrên ji gelê Poller ê nîv koçber ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin înfazkirin. Li gorî pisporan komên çete yên cîhadîst hewl didin bi taybetî xwe li nava civaka Pollerê bi rêxistin bikin.
HRW û rêxistinên civakî yên sivîl beriya niha gelek caran nerazîbûn nîşan dabû ku hêzên ewlekariyê yên Bûrkîna Faso di bin navê têkoşîna dijî komên cîhadîst de tundî li gel kirine. Tê gotin ku ji ber van êrişan bi sedan kes hatine kuştin. Komên Îslamî yên tundrew jî pênc salên dawî êrişên xwe zêde kirine.