Hikumeta Swêdê li dijî koçberan tedbîrên tund digire
Hikumeta Swêd, êrîşa DAIŞ'ê ji xwe re kir bahane û amadekariyan dike ku li dijî koçberên bê kaxiz ên li vî welatî tedbîrên nû bigire.
Hikumeta Swêd, êrîşa DAIŞ'ê ji xwe re kir bahane û amadekariyan dike ku li dijî koçberên bê kaxiz ên li vî welatî tedbîrên nû bigire.
Hikumeta Swêdê, ku par piraniya qanûnên li ser rakirina mafê penaberiyê li parlamentê qebûl kir, êrîşa terorê ya 7'ê Nîsanê ya li Stockholmê, ku di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan ji xwe re kir bahane û li dijî koçberên kaxizên wan ên li ser mayîna li vî welatî nîne, tedbîrên nû digire.
Di nava van 'tedbîrên' hikumetê de, pêvekirina kelepçeya elektronîk bi penaberên biryara dersînorkirina wan hatiye dayîn, avêtina ser kargehan bi rengekî kêfî û cezakirina bi pereyekî giran ê bê kaxiz tên xebitandin, hene.
Serokwezîrê Swêdê Steffan Lofven, rojek piştî êrîşa terorê daxuyaniyek da û bi van gotinan bal kişandibû ser nêçira penaberên bê kaxiz: "Swêd wê ti carî li rojên qebûlkirina penaberan bi rengekî komî yên payiza 2015'an venegere. Her kesên ku daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin, divê vegerin welatê xwe. Eger daxwaza we ya ji bo mayînê hatibe redkirin, lazim e hûn welêt bi terikînin."
Lofven ji bo nîşankirina tedbîrên werin girtin, ji bilî Demokratên Swêdê ku nîjadperest û dijminê biyaniyan e û Partiya Çep, bang li hemû partiyên din kir ku tevlî civînê bibin.
Beriya niha bi du salan hat xwestin, ku ji bo şopandina mirovan hejmara kamerayan bên zêdekirin û Partiya Çep li dijî vê derketibû. Hat ragihandin, ji ber vê yekê, vê carê jî bang li Partiya Çep nehate kirin ku tevlî civînê bibe.
Hikumet û partiyên li mûxalefetên yên çend roj berê li hev civiyan, di mijar xurtkirina têkoşîna dijî terorê de ji aliyê presîbê ve li hev kirin. Biryar hate dayîn, ku ji bo nîqaşkirina tedbîrên berbiçav, ji nû ve li hev bicivin.
Wezîfe ji Wezîrê Karên Hundir Anders Ygeman re hate dayîn, ku paketa ji 3 pêşniyarên piştî êrîşa terorê ketin rojevê, amade bike.
Yek ji van paketan jî krîmînalîzekirina têkiliyên bi rêxistinên terorê re ye. Ev yek tê wê wateyê, ku her şêwe desteka ji bo rêxistin û partiyên di lîsteya 'terorê' de ne, bên cezakirin.
RÎSK HEYE KU EV PÊŞNIYAR LI DIJÎ ŞOREŞGERAN Û WELATPARÊZAN BÊ BIKARANÎN
Ev pêşniyara ku li dijî rêxistinên terorê yên Îslamî yên weke DAIŞ û El Qaîdeyê hate rojevê, rîsk heye ku li dijî rêxistinên şoreşger û tevgerên rizgariya neteweyî bê bikaranîn. Rewşenbîr, hiqûqnas, rêxistinên koçberan û raya giştî li pêşberî vê bêdeng e.
Par di 1'ê Nîsanê de, hikumeta Swêdê ji bo pêşî li tevlîbûna li nava refên DAIŞ'ê û rêxistinên din ên cîhanê bigire, qanûnek xist meriyetê ku li gorî vê yekê, kesên ji bo tevlî van rêxistinan bibin biçin, wê heta 2 salan cezayê girtîgehê bên cezakirin.
ENDAMEKÎ BI TENÊ YÊ DAIŞ'Ê NEHATE CEZAKIRIN
Lê belê heta roja îro endamekî bi tenê yê DAIŞ'ê ji ber vê qanûnê nehatiye cezakirin. Piştî ku qanûn kete meriyetê, dozek bi tenê li cîhadîstekî hate vekirin, ev jî bi beraatê qediya.
Çend roj piştî bicihhatina vê qanûnê, siyasetmedarê Kurd Zekî Eroglû yê ku mafê xwe yê mayîna li Swêdê heye, her wiha Cîhan Iliman ê ku mafê xwe yê mayînê li Fransayê heye, di meha Gulanê de li Balafirgeha Stockholm-Arlandayê di dema kontrola pasaportê de hatibÛn binçavkirin û girtin.
Her du siyasetmedar jî, bi îdîaya ku bi rêya Înterpolê Elmanya li wan digere hatin girtin, lê belê dozger û dadger ew sûcdar kirin ku dixwazin biçin Silêmanî û tevlî nava refên PKK'ê bibin.
QANÛN LI DIJÎ SIYASETMEDARÊN KURD HATE BIKARANÎN
Bi vî rengî qanûna ku ji bo pêşî li tevlîbûna li nava DAIŞ û cîhadîstan bê girtin hate derxistin, li dijî siyasetmedarên Kurd hate bikaranîn.
Rîsk heye ku bi vê guhertina nû re siyasetmedarên Kurd, şoreşger û welatparêz bên krîmînalîzekirin.
Partiyên mûxalefetê, ji bo bicihanîna van tedbîran dixwazin hîn bêhtir çavkanî pêşkêşî polîsan û rêxistina îstîxbaratê were kirin.