Hewa paqij bû, çiyayê Hîmalaya ji deşta Hîntê xuya kir

Çiyayên Hîmalaya yekemcar piştî 30 salan ji deşta Hîntê hatin dîtin.

Şêniyên Pencapê yên li bakurê Hindistanê, rêzçiyayên Hîmalaya ku bi 200 kîlometreyî dûrî wan e, piştî 30 salan li cihê ku lê ne dîtin.

Şêniyên herêmê wêneyên vê yekê kişandin û li tevnên dîjîtal parve kirin. Yek ji bikarhênerên Twîtterê li binê wêneyê ku parve kir wiha nivîsî: "Hîmalaya... gelekî dûr e, lê gelekî nêz e. Di dawiya dawî de ji deştê hate dîtin."

Yekî din jî diyar kir ku ji ser banê xaniyê xwe cara yekê ye ku wêneyekî wiha dibîne û wiha nivîsî: "Ti carî nedihat bîra min ku ev yek pêkan e... Ev yek nîşaneya nebaşiya me ya li dayika xakê ye ku em wê gemarî dikin."

Bikarhênerekî ji Pathankotê tweetek weşand, wiha nivîsan "Xweza ji nû ve vedije."

Li gorî televîzyona CNN'ê, mayina li malê ya ji ber pandemiya Covîd-19 kir ku gemarîbûna cîhanê kêm bibe, lewma jî çiyayên Hîmalaya hatin dîtin.

Li Hindistanê di encama pêkanîna mayina li malê ya ji neçarî, li paytext Delhî ya Nû qirêjiya hewayê bi rêjeya 44 ji sedî kêm bû. Li tevahiya welêt, mayina li malê piştî du hefteyan li 85 bajaran kir ku qirêjiya hewayê kêm bibe.