Helîna qeşa li Gronlandê: Veger êdî jê nîne

Qeşayên li cemseran ku ji ber germahiya global her sal bêhtir dihelin, di wê astê de heliyane ku êdî veger jê nîne.

Lêkolîna li ser qeşayên li Gronlandê ku ji aliyê pisporên Zanîngeha Ohîo State ve hate kirin, li kovara bi navê Communacations Earth and Environment hate weşandin.

Li ser lêkolînê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku helîna qeşa li Girava Gronlandê, ku li cemsera bakur e, gihîştiye wê astê ku veger êdî jê nîne. Li gorî vê yekê, qeşa ku her sal bi barîna berfê re çêdibe nikare bikeve şûna qeşayên dihelin.

GERMAHÎ DI ASTA HEYÎ DE BÊ HIŞTIN JÎ ÊDÎ VEGER JÊ NÎNE

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bi helîna li Gronlandê re her sal 500 gîgaton (500 milyar ton) qeşa tevlî ava okyanûsê dibe û hate gotin, "Helîna qeşayê gihîştiye wê astê ku êdî veger jê nîne."

Di lêkolînê de hate destnîşankirin ku helîna qeşayê encama yekser a germahiya global e û hate ragihandin, "Germahiya global îro bê rawestandin jî biçûkbûna qeşa li Gronlandê wê dewam bike."

Girava Gronland ku yek ji herêmên sereke ye ku germahiya global bandor lê kiriye, xwedî qadeke ji 2 milyon û 166 hezar kîlometreçargoşe ye ku sînorên xwe bi Okyanûsa Arktîk û Okyanûsa Atlantîk heye. 85 ji sedî yê giravê qeşa ye.

Eger helîna qeşa li Gronlandê di vê sedsalê de dewam bike, wê asta ava okyanûsê bilind bike. Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Lîcoln a li Brîtanyayê, eger pêşî li helîna qeşayê neyê girtin wê qeşa li Gronlandê bi tema serê xwe asta ava li okyanûsê bi 10 heta 12 dereceyî bilind bike.