Hejmara qurbaniyên bahoza Mîchaelê zêde dibe

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji ber bahoza Mîchaelê herî kêm 30 kes mirin.

Bahoza Mîchaelê ku 10'ê Cotmehê li Kendava Meksîkayê xist, bandor li çar eyaletên DYA'yê kir. Ji ber bahozê xisar li sed hezaran mal û kargehan bû.

Xisara herî mezin jî li eyaleta Florîdayê bû. Şefê îdarî yê Bay Coûntyê Tommy Ford got, cenazeyê 12 kesên ku ji ber bahozê mirine hatine dîtin. Hate gotin, bi giştî 20 kes li eyaleta Florîdayê mirine.

Li Karolîna Bakur 3, li Vîrgînîayê 6 û li Georgîayê jî kesek ji ber bahozê mirin.

Li eyaleta Florîdayê karê ji bo lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike. Fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe. Elektrîka li ser 137 mal û kargehan ji doh ve li eyaletê qut bûye.

Li gelek bajaran derketina derve hatiye qedexekirin û dibistanên li herêmê hatine girtin.