HDP: Em li cem gelê Sûdanê ne

Komîsyona Têkiliyên Karê Derve ya HDP’ê li Sûdanê piştî tevgera gel a ku bû sedema hilweşîna rejîma Omer El Beşîr , derbeye leşkerî şermezar kir û got; “Em li cem gelê Sûdanê ne.”

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Karê Derve yê HDP’ê Hîşyar Ozsoy û Feleknas Ûca têkildarî rewşa li Sûdanê daxuyaniyek nivîskî dan.

Hevberdevkan gotin; “19’ê Adarê ji ber sedemên aboriyê li dijî desthilatdariya 30 salan a Omer El-Beşîr serî de jin û ciwanan gelê Sûdanê daketin qadan û vê carê hevrûyê derbeya leşkerî ne. Derbeye leşkerî em şermezar dikin. Weke li Misir û Lîbyayê rîska dizîna şoreş û guhertinê ya ji gel li Sûdanê di rojevê de ye.

Em HDP jiyana azad û wekhev a gelan û rêveberiyek rewa û sivîl diparêzin. Em bang li Konseya Leşkerî ya li Sûdanê derbe kirî dikin ku demildest rêveberiyê dewrî rêveriya sivîl a demkî, rewa û pireng bikin.”