Haşdî Şabî gefa destwerdanê xwar

Şefê milîsên Haşdî Şabî yên li Iraqê ku alîgirê Îranê ne, çalakiyên protestoyî weke "darbeyê yan jî îsyanê" pênase kir û gef xwar ku ew amade ne destwerdanê bikin.

Şefî milîsên Haşdî Şabî Falîh El Feyyad ji bo xwepêşandêrên ku ji 1'ê Cotmehê ve çalakiyan dikin sûcdariya 'komploker' kir. Feyyad di konferansê de ya bi dîmen îdîa kir ku ew naxwazin rejîm bi dawî bibe, ne karên ne li rê.

Şefê Haşdî Şabî diyar kir ku eger hikumet talîmatê bigihîne wan ew amade ne, ku dest li 'darbeyê yan jî îsyanê' werdin.

Feyyad îdîa kir ku ew zanin kî li pişt çalakiyan hene, dixwazin rejîmê têk bibin û gef xwar ku wê wan hêzan 'ceza bikin'.

Ev daxuyanî piştî axaftina lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney hate dayin ku Hamaney protestoyên li Îranê weke "komployekê" pênase kir.

Hamaney bi rêya twitterê peyamek weşand û got, "Îran û Iraq du netewe ne ku dil û ruhê wan bi hev ve ne (...) Dijmin hewl didin dubendiyê bixe navbera wan, lê belê bi ser neketin û wê komployên wan bi bandor nebin."

Ji destpêka meha Cotmehê ve xwepêşandanên ku li Bexdayê dest pê kirin li bajarên Şîa hemûyan ên li başûrê Iraqê belav bûn.

Di xwepêşandanan de daxwaza xizmetê tê kirin û bêkarî tê şermezarkirin.

Di xwepêşandanan de dirûşmên li dijî Îranê tên qîrîn.

Ji ber destwerdana hêzên dewletê zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar kes jî birîndar bûn.