Guantanamo bi kêmanî 25 salên din wê vekirî bimîne!

Amîralê Amerîkî John Rîng got, girtîgeha Guantanamo bi kêmanî 25 salên din wê vekirî bimîne.

Li girtîgeha Guantanamoyê ku nîqaş li ser hene, ew kesên ku têne sûcdarkirin tevlî êrîşên 11'ê Îlona 2001'ê bûne, girtî ne. Guantanamo li serê başûr ê girava Kubayê ye.

Amîral Rîng ku fermandarê hêza operasyonî ye û rêveberiya girtîgeha Guantanamoyê dike, got, "Divê em êmin bin ku tesîsên me 25 salan bimînin."

Serokê DYA'yê Donald Trûmp dawiya Çile gotibû ew ê Guantanamoyê vekirî bihêlin. Serokê berê Obama soz dabû ku wê bigire.

Guantanamo ku rêxistinên mafê mirovan bi tundî rexne anîbûn ser, piştî êrîşên 11'ê Îlona 2001'ê, piştî ku gumanbarên pêşî hatin girtin, 2002'yan hate vekirin. Hejmara girtiyên li girtîgehê giha 780'yî. Tê gotin niha nêzî 40 girtî lê dimînin û temenê wan di navbeyna 37 û 71'ê de ye.

Ji 2008'an ve kesek nexistine girtîgeha Guantanamo. Trûmp gelek caran dibêje ew ê kesên ku li Sûriyeyê û Iraqê girtine bişîne Guantanamoyê.