Gerîlaya wêrek a Botanê: Cûdî Çekdar

Gerîla Cûdî Çekdar ku sala 2014'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bi mîsyona pêşengiyê tevlî nava jiyana têkoşînê bû.

CÛDÎ ÇEKDAR

Kiymet Ozmen (Cûdî Çekdar) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya ku bi berxwedana xwe, bi dewlemendiya çanda xwe yek ji navendên Kurdistanê ye, di sala 1999'an de li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku li Cizîrê ji dayik bû û mezin bû, PKK hîn biçûkanî nas kir. Kiymet şahidî ji komkujiyên dewleta Tirk re kir, bi çîrokên lehengiyê yên apê xwe Huseyîn Ozmen (Şêr) mezin bû ku sala 1995'an şehîd bû û ev çîrok ji xwe re kir hinceta têkoşînê. Sala 2014'an êrîşa dijmin a li Cizîrê ku di encamê de zarok jî di nav de gelek kes qetil kir, hêrsa Kiymet Ozmen mezin kir. Dawiya sala 2014'an ji qada Cûdî tevlî nava refên gerîla bû û navê Cûdî Çekdar li xwe kir.

Cûdî Çekdar piştî ku demeke kurt li Cûdî ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li Metînayê tevlî perwerdeya xwe ya destpêkê bû. Hevala Cûdî demekê li qada Metînayê têkoşiya, li vê derê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bir ser civaka Êzidî, berê xwe da Şengalê û nêzî 2 salan li Şengalê têkoşiya. Ji bo civaka Êzidî ji qirkirinê bê rizgarkirin kedeke mezin da û piştre li çiya vegeriya, li Heftanînê li hemberî êrîşên dagirkeriyê beşdarî nava Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê bû. Di nava şerê tîm ê bi tevger de bû milîtaneke pêşeng û tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Cûdî Çekdar careke din li Metîna vegeriya û şahidî ji Berxwedana Zendûra ya dîrokî re kir.

Gerîla Cûdî xwest di taktîkên gerîla yên dema nû de xwe kûr bike, bi vê armancê beşdarî perwerdeyên branşê bû. Piştî ku ev perwerde bi rengekî serketî qedand, derbasî qada Zapê bû ku berxwedaneke dîrokî lê hebû. Li vê derê jî weke gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng beşdarî berxwedanê bû û di nava Pêngava Bazên Zagrosê de têkoşiya. Cûdî Çekdar ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moral û hêzê. Di 11'ê Cotmeha 2023'an de li qada Zapê di encama êrîşa dijmin de şehîd bû.

RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ TÊK NAÇE

Gerîla Cûdî Çekdar gelek bîranînên xwe yên hêja yên di nava têkoşîna azadiyê de li rojnivîska xwe nivîsî. Di her beşa rojnivîska xwe de nîşan da ku çiqasî dilsozê nirxên dîrokî ye. Mînak têkildarî Berxwedana 14'ê Tîrmehê di rojnivîska xwe de gotibû, "Mîna her carê ez hestên xwe parve dikim û rojên xwe qeyd dikim. Di her kêliya jiyana min de pênûsa min şahidiyê ji hezkirina min a li çiyê re dike. Bi wesîleya vê rojê dixwazim hest û fikrên xwe têkildarî hevrêyên xwe binivîsînim. Dema ku hatim çiyê mîna her gerîlayekê min xwest hevalên bi Rêber Apo re man û jiyan hembêz bikim. Bi kelecana vê yekê rojên min, kêliyên min ên jiyanê derbas dibin. Em di pêvajoyeke welê de ne ku pêlên berxwedanê her roj hîn mezin dibin.

Em ê bi taybetî bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê vê pêvajoyê pêşwazî bikin û careke din nîşan bidin ku ev ruh têk naçe. Ruhê 14'ê Tîrmehê ruhê berxwedanê ye ku baweriya xwe bi serketinê heye û teslîmiyetê qebûl nake. Hevrêyên me yên ku ev yek di dil, mejî, hest û fikrên xwe de bi cih kirin, nirxekî dîrokî afirandin. Di rojeke bi vî rengî dîrokî de em careke din soza xwe ya tolhildanê û dilsoziya bi nirxên partiyê re dubare dikin."

Gerîla Cûdî Çekdar bi van gotinan qala têkoşîn û jiyana gerîla kir: "Bi hin hevalan re em bi rê ketin û dimeşin. Bedewiya xwezayê dilê min dixemilîne, min kêfxweş dike. Hevrêyên min jî xwedî vê hestê ne. Piştî meşeke dirêj me navber dan û em li cihekî ewle sekinîn. Hevrêyek min şekirên ku ji bo rojên bi vî rengî vediqetand ji bêrîka xwe derxist û belav kir. Dema ku hevrêtiya PKK'ê bi bedewiya xwezayê re dibe yek, zehmetî hêsan dibe. Bi vê hestê em bi rê ketin û me meşa xwe dewam kir. Li her cihê ku em lê dimeşin keda bi sedan hevrêyên me hene ku şehîd bûn. Bêguman ew jî bi heman hestê li van rêyan meşiyan. Di her meşê de hîs dikim ku ber bi azadiyê ve diçim. Ne zehmetiya wê meşê ne jî şert û mercên xwezayê zehmet dike. Her ku dimeşim nêzî armancên xwe dibim."