Gelo li Efganistanê ew ê aştî pêk were?

Şerê Efganistanê ji bo DYE’yê tê wateya şerê herî dirêj. Ev demek e di navbera DYE û Talîbanê hevdîtin tê kirin û ew ê herdu alî roja Duşemê li Pakistanê dîsa bicivin.

Di mehên dawîn de di navbera DYE û Talîbanê hevdîtin tên kirin. Di hevdîtinan de ji bo şer were sekinandin û di warê siyasî de normalîzasyon were kirin, gotûbêj tên kirin. Di warê aştiyê de bêbawerî li ba herdu aliyan jî heye.

17 sal e ku DYE’yê Efganistan dagir kiriye. Ev dem bi xwe jî, ji bo DYE tê wateya têkçûnê. Ji bo herdu aliyan jî şansa serkeftinê êdî tune.

Şer di Cotmeha 2001’an de dest pê kir. Generalên DYE her dem dibêjin ‘em bi pêş dikevin’ lê tu carî Washîngton nêzî serkeftina şer nebû. Di şer de serokê El Kaîdeyê Ûsame Bîn Ladîn hate kuştin lê şer neqediya. Talîbanan li qadeke berfireh, çalakiyên xwe domandin û îro jî beşeke zêde ya welat di bin kontrola wan de ye.

Serokê DYE’yê Donald Trûmo diyar dike ku ev şer êdî nayê domandin. Tê diyarkirin ku Trûmp êdî dixwaze vê meselê bigire. Rojnameya New York Tîmes jî diyar dike ku, êdî divê ev şer biqede.

Tevgera Talîbanê roja Çarşemê diyar kir ku li ser vexwendina hikumeta Pakistanê ew ê roja Duşemê li Îslamabadê bi DYE’yê re bicivin.

Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî jî derveyî hevdîtinên di navbera DYE û Pakistanê de ye. Talîban, hikumeta Efganistanê ji xwe re nakin muxatab.

Talîbanê roja Çarşemê diyar kiribû ku di 25’ê Sibatê de jî ew ê bi DYE’yê re bicivin. Herdu alî di meha Çileyê de li Katarê civiyabûn. Nûnerên fermî yên Talîbanê li Katarê hene.