Gelo Îsraîl û Hîzbûllah dest bi şer dikin?

Tevgera Hîzbûllahê ya Lubnanê roja Yekşemê wesayîteke artêşa Îsraîlê îmha kir. Artêşa Îsraîlê jî êrîşî başûrê Lubnanê kir. Vê geşedanê rê li ber fikara destpêkirina şerekî nû vekir.

Îsraîl di rojên dawîn de gelek caran bi wesayîtên hewayî yên bêmirov xwe bera nav axa Lubnanê dide. Hîzbûllahê roja Yekşemê wesayîteke Îsraîlê bi fuzeyeke antî-tank îmha kir.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku roja Yekşemê ji Lubnanê gelek fuzeyên antî-tank ber bi ku bakurê Îsraîlê hatiye avêtin. Hate diyarkirin ku ev fuze li baregeh û wesayîtên leşkerî ketine. Li gorî artêşa Îsraîlê tiştek bi leşkerên wan nehatiye.

Hîzbûllahê diyar kir ku wan wesayîteke leşkerî îmha kirine û kesên di wesayîtê de yan mirine yan jî birîndar bûne. Serokwezîr Benyamîn Netanyahû jî got ku”Leşkerên me tiştek bi wan nehatiye, pozê wan jî xwîn nebûye.”

Li gorî televîzyona Hîzbûllahê El Manar hêzên Îsraîlê gelek obus avêtine gundê Marûn El Ras ê li başûrê Lubnanê.

Îsraîlê piştre hêzên taqwîye şand ser xeta sînor. Artêşa Lubnanê jî diyar kir ku ew tevî Kaskşînên hêza Neteweyên Yekbûyî vê rewşê dişopînin. Serokwezîr Saîd Harîrî ji DYE û Fransayê xwest ku bila mudaxele bikin.

Emîrtiyên Bahreyn û Ereban a Yekgirtî jî nerazîbûn nîşanî êrîşên Hîzbûllahê da. Wezîrê Karê Derve yê Bahreynê Halîd Bîn Ahmet Halîfe got ku “Di warê hiqûqî de qedexe ye ku dewletek êrîşî dewleteke din bike” û bang li hemwelatiyên xwe yên li Lubnanê kir ku bila wir biterikînin.

Hîzbûllah bi Îranê re di nav tifaqê de ye û welatên Tengavê ji ber bandora Îranê ya herêmê bi fikar in.