Gelên Tûnûsê çûn ser sindoqan, lê nediyarî serwer e

Gelên Tûnûsê di dîroka welatê xwe de ji bo hilbijartinên “duyemîn serokkomartiya demokratîk” çûn ser sindoqan, lê rexmî vê yekê hê jî ne diyar e ka wê encameke çawa ji sindoqan derbikeve.

13 hezar buroyên hilbijartinê li seranserî welat deriyên xwe ji hilbijêran re vekir. 7 milyon hilbijêr ji bo biçin ser sindoqan, hatin vexwandin. 26 namzed Ji bo serokkomartiyê têdikoşin. Nayê zanîn ka wê di sindoqên di Tûnûsê de bi ser bikeve ya ku ji pêvajoya serhildana 2011’an ku wekî bihara Erebî tê binavkirin re pêşengtî kiribû.

Di nava namzedan de yên wekî serokwezîr Yûsif Şahîd, berpirsê ragihandinê Nebîl Karvî û ji Partiya Îslamî ya Ennehde Abdulfetah Muru jî hene. Ji aliyekî pêvajoya serokwezîrtiya Şahîd ku bîlançoyeke ji nîqaşan re vekirî derxistibû holê, ji aliyê din ve jî ji ber diziya pere di derbarê Karuî Kara de doz hatibû vekirin û ew xistibûn girtîgehê. Piştî şoreşa Tûnûsê, hukûmeta ku Partiya îslamî girte ser xwe careke din bûye sedema nerazîbûna gel.

Yekemîn hilbijartinên “Azad” ku piştî şoreşa Yasemîn a 2011’an de pêk hatiye, bi hatina Îslamgeran a ser desthilatê ve nekarîne ji daxwaz û hêviyên Tûnûsiyan re bibin bersiv. Piştre hilbijartinên serokkomartiyê ya 2014’an jî navbera alîgirên Îslamgeran û dijberê wan de veguherî tercîhekê.

Di kampanyayên hilbijartinê yên vê dawiyê de hindek ji namzedan xwe weke dijberê pergalê derxistin pêş. Akademîsyenê muhafezekar Kaîs Seyîd hewl da ku xwe wekî namzedekî serbixwe nîşan bide.

Piraniya namzedan ji rastgiran pêk tê. Namzedên çepgirê pêşrew jî zêde nêzî serkeftinê nayên dîtin.

Tê payîn ku vê yekemîn encama hilbijartina şeva yekşemê bê eşkere kirin. Tê hêvîkirin ku yekemîn encamê fermî yê hilbijartinê jî roja sêşemê diyar bibe.

Eger di dewra yekem de, namzed dengê piraniya teqez bi dest nexe wê dewra duyem pêk bê. Tê payîn ku beriya 23 Cotmehê, duyemîn dewra hilbijartinê çêbibe. Lê belê beriya vê di 6 Cotmehê de hilbijartinên giştî heye. Di rewşeke wiha de pêwîst dike ku hemû partiyên heyî xwe bi awayekî hemwext ji her du hilbijartinan re amade bikin.