Fransayê xwe îzole kir

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron biryar wergirt ku welêt ji derve û hundir îzole bike. Her wiha ragihand, kesên ku li gorî van pîvanan tevnegerin wê bên cezakirin.

Piştî Îtalya û Spanyayê, Fransayê jî ji bo astengkirina belavbûna vîrûsa Koronayê biryar wergirt ku xwe îzole bike.

Li welêt ku dibistan û kreş hatin girtin, ji bilî firoşgehên xwarinê û yên madeyên sereke, cihên bazirganiyê hemû berê hatibûn girtin. Macron nerazîbûn nîşanî wê nêzîkatiyê da ku hin mirov li gorî pêşniyaran tevnagerin û got, "Hûn ne tenê xwe naparêzin, her wiha hinekî din naparêzin."

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ku barê nexweşxaneyan giran bûye û destnîşan kir, hewldanên wan hemû ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsê ye.

DANÛSTANDINÊN LI DERVEYÎ MALÊ WÊ DI ASTA HERÎ BILIND DE BÊN KÊMKIRIN

Macron xwest, eger semptomên giran nebin bila kes neçe nexweşxaneyan û anî ziman, ji roja Sêşemê û pê ve ji bo 15 rojan guhertina cih wê bi rengekî herî tund bên bisînorkirin.

Serokkomar got, "Wê destûr neyê dayin ku mirov li derve li hev kom bibin, heval li hev kom bibin, mirov biçin parkan. Derveyî malê danûstandinên li derve wê di asta herî bilind de bên bisînorkirin."

YÊN PÊK BÎNIN WÊ BÊN CEZAKIRIN

Macron anî ziman ku li gelemperiya Fransayê di rewşeke pêwîst de wê destûr bê dayin ku mirov derkevin derve û got, "Şîrket hemû divê karê li malê hêsan bikin."

Macron diyar kir ku kesên li gorî vê yekê tevnegerin wê hemû bên cezakirin û divê mirov guh bidin kedkarên tenduristiyê. Macron got, kedkarên tenduristiyê pêşniyar dikin ku mirov li malê bin.