Fransayê operasyonên leşkerî yên li gel artêşa Malî sekinand

Piştî darbeya leşkerî ya li Maliyê, Fransayê biryar da ku operasyonên leşkerî yên bi artêşa Malî re bi hevparî dike, rawestîne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Fransayê, ew li benda 'garantiyane' ku di hilbijartinên Sibata 2022'an de desthilatdariya sivîl vegere û ragihand ku biryar hatiye dayin ku operasyonên leşkerî yên hevpar ên bi artêşa Malî re rawestînin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Civata Aboriyê ya Dewletên Rojavayê Efrîkayê û Yekîtiya Ewropayê ji bo diyarkirina çarçoveya derbasbûna siyasî 'xetên sor' destnîşan kirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, "Ev biryar wê rojên bê li gorî bersiva rayedarên Malî ji nû ve bê nirxandin."

Malî ku di nava neh mehan de du caran darbeyên leşkerî lê bû, li Sahelê weke "welatê diyarker ê di têkoşîna dijî cîhadîstan de" tê pênaskirin. Bi taybetî Fransa dest li vê qadê werdide.

Wezareta Parastinê ragihand ku bi 5.100 leşkerên xwe wê operasyonên li Sahelê "bi tenê" dewam bikin.

Di darbeya 18'ê Tebaxa 2020'î de Serokkomar Bûbakar Keyta bi karên nelirê hatibû sûcdarkirin û piştî xwepêşandanên li dijî hikumetê yên bi mehan dewam kir, bi darbeya leşkerî ji desthilatdariyê hatibû xistin. Rayedarên leşkerî piştî vê darbeyê di nava 18 mehan de soz da bû ku derbasî desthilatdariyeke sivîl bibin.

15'ê Nîsanê jî biryar hatibû dayin ku hilbijartinên giştî û yên serokkomariyê di mehên Sibat û Adara 2022'an de bên kirin.

Lê belê leşkerên ku ji pêkhateya hikumetê aciz bûn meha Gulanê careke din darbe kirin û Serokkomar Bah Ndaw û Serokwezîr Moktar Uan girtin. Serheng Assîmî Goyta ku xwe weke Serokkomar ragihand, diyar kir ku di sala 2022'an de wê hilbijartin bê kirin.