FARC'ê hemû çekên xwe radest kirin

FARC’ê hemû çekên xwe radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin. NY'yê diyar kir 7 hezar û 132 çek radestî wan hatine kirin.

Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) pêvajoya çekdanînê ya ku 17’ê Adarê dest pê kirî qedand. FARC’ê hemû çekên xwe radestî peywirdarên Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

NY'yê diyar kir bi tevahî 7 hezar û 132 çek radestî wan hatine kirin. Çavdêran diyar kirin, ku rêxistinê 70 ji 900 cebilxaneyên veşartî dîtiye û vala kiriye.

Peymana Aştiyê ya di navbera Hikûmet û FARC’ê de 2'ê Cotmeha 2016'an hatibû îmzekirin, çûbû referandûmê, nêzî 13 milyon Kolombihyayî çûbûne ser sendoqê û 50,24 ji 100’î dengê 'na' derketibû.

Piştî hevdîtinên domdirêj ên li paytexta Kubayê Hawanayê 12’ê Mijdara 2016’an peymana aştiyê hatibû danîn, 24’ê Mijdara 2016’an ji hêla Serokdewlet Juan Manuel Santos û lîderê FARC’ê Rodrîgo Londonê ve hatibû îmzekirin.

Di nav çarçoweya peymanê de FARC’ê ji hêla sembolîk ve 140 çekên xwe 17’ê Adarê radestî rayedarên NY'ê kiribûn.