Erdogan li Derya Spî di aloziyê de israr dike

Serokkomarê rejîma Tirk a dagirker Erdogan ji ber gaza xwezayî ya li Behra Spî nakokiyên wê bi welatên Ewropa û cîranên wê re derketiye têkildarî aloziyên Tirkiye-Yewnanistanê îdîa kir ku ‘Em li beramberî destwerdanên li ser behra Sipî serî natewînîn.’

Roja Şemiyê Erdogan bi hinceta ku mafê gera petrol û gaza xwezayî ya Tirkiyê ya li Behra Spî heye got ku ew ê li beramberî êrîş, gef û pêkanînên Yewnanistanê ku endamê Yekîtiya Ewropayê ye gav bi paş ve neavêjin.

Piştî ku Tirkiyê bi desteka keştiyên şer keştiya lêgerîna petrolê şandibû herêma Behra Spî ya di bin kontrola Yewnanistanê de ye, li ser daxwaza Yewnanistanê Wezîrên Karê Derve yên Yekîtiya Ewropayê roja Înê civiyabûn. Piştî civînê Tirkiyê li hemberî wê civînê aciz bibû û gef xwarin, li ser wê yekê hate gotin ku eger Tirkiyê hewldanên xwe yên dijminane û metirsîdar ranewestîne ew ê li ser Tirkiyê pêkanînan bisepînin.

Her wiha Erdogan da zanîn ku ew ê ti carî li hemberî zextan serî netewînin û li hemberî pêkanîn û gefan jî gav bi paş ve neavêjin. Wê keştiya lêkolînê heya 23’ê Tebaxê li çavkaniyên enerjiyê bigere.

Beriya wê mehê Misir û Yewnanîstanê sînorên herêma Behra Sipî destnîşan kirin. Sala bihorî di meha Mijdarê de dewleta Tirkiyê bi hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê peymaneke leşkerî û behrî îmze kir. Enqere dixwaze bi rêyeke deryasayî li gazê bigere. Ew yek hem ji aliyê Misir, Atîna, Yekîtîya Ewropa, welatên Erebî û yên Rojavayî hate redkirin.

Erdogan ê ku qala aloziyên Behra Spî dike derbarê peymana Sewrê de got ku 10’ê Tebaxê 100’emîn salvegera îmzekirina wê peymanê bû, li gorî wê Tirkiye hatiye parçekirin.

Împratoriya Osmanî piştî binketina xwe ya di Şerê Cîhanî yê Yekemîn de peymana Sewrê îmze kir. Li gorî wê peymanê xak hatiye dabeşkirin, ji eraziyên ku bi zimanê Tirkî ne diaxifîn û ne jî di bin kontrola wê de bû. Her wiha dest ji xakên din kişand û herêma hewayî û deryayî lê hate qedexekirin.

Di aliyekî din de Erdogan gotinên namzedê serokkomariyê yê Demokrat ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Bîden a derbarê wî şermezar kir ku gotibû ji bo Erdoganê zalim pêwîstî bi nêzîkatiyeke nû ya Emerîkayê heye û bang kiribû ku divê piştgirî bidin partiyên muxalefetê.

Alîkarê berê yê Serokê DYE’ê Joe Bîden di kurte dîmenê xwe de qala nêzîkatiyên Erdogan ya li hemberî Kurdên Tirkiyê kiribû, her wiha diyar kiribû ku ew ji nêzîkbûna Tirkiyê ya bi Rûsiyayê ya di warê leşkerî de û dest gihiştina Tirkiyê ya bi firokexaneyên hêza hevpeyman a NATO’yê ango DYE pir bi fikarin.

Di wê demê de Bîden gotibû; “Divê berdêlê wê bide” û wiha domandibû: “Pêwîste Washîngton ji bo ku nûnerên muxalefetê yên Tirkiyê bi Erdogan re rû bi rû bibin û wî bin bixînin, piştgirî û cesaretê bide wan. Ne bi darbeyê belku bi rêya hilbijartinê.”

Berdevkê Ragihandina Serokkomartiya Tirkiyê Fexredîn Altun weke bersiv diyar kirbû ku şîroveyên tên kirin nîşan dide ku li hemberî Tirkiyê lîstok û nêzîkatiyên mudaxelekar heye û berevajî têkiliyên dîplomatîk e.

Piraniya medyayên cîhanî dema bi guhertina di helwesta dijminane ya Serokkomarê Tirkiyê ya li hemberî Misrê hesiyan û pêşbînî kirin ku ew yek ji tevgera dawî ya Misrê ji aloziyên li deryaya Sipî û Lîbyayê çavkaniya xwe digire û daxwaziya wî ya xwe bigihîne Qahîreyê da bi piştevaniya wê li hemberî Yewnanistanê bisekîne.

Erdogan îdîa kir ku ya gelê Misrê û Tirkiyê dike yek ji ya ku Misrî û Yewnaniyan dike yek mezintire. Her wiha Serokkomarê Tirkiyê eşkere kir ku niyeta wan heye di mijara cudabûnên di navbera Tirkiye û Erebistana Seûdî de gotubêjê bimeşînin. Lê hevgirtina Misir, Îsraîl û Yewnanistanê ya li hemberî mijara aloziya li Behra Spî ya ji ber gera petrol û gazê de şermezar kir.

Roja Înê Erdogan hevdîtinên di navbera rayedarên Tirk û Misrê de eşkere kir û diyar kir ku rayedarên Misr cudatir ji gotinên servîsên îstîxbarata Tirk û Misrê ji Tirkiyê ye axivîne û got: “Dema îstîxbarata Misir û Tirk qala şaş fêhmkirinekî ku pêwîste were sererastkirin dikin tiştên cuda dibêjin.” Her wiha diyar kir ku wê welatê wî di asta îstîxbaratê de berdewam di têkiliyan de be.

Alîkarê Serokkomarê rejîma Tirkiyê Fuad Oktay jî eşkere kir ku wê Enqere li behra Spî ya Rojhilat ‘Dîplomasiya çêker’ pêk bînin û welatên herêmê bi pêkanîna ‘lîstokên metirsîdar’ re tawanbar kir.