Enerjiya dikare bê nûkirin wê bi depokirinê zêde bibe

Girîngiya hilberîna elektrîkê ku enerjiya xwenûkirî ye roj bi roj zêde dibe. Bi taybetî depokirina enerjiya ba û rojê di wê astê de ye ku dikare pêşî li zêdekirina hilberîna wê enerjiyê veke.

Şîrketa NW a li herêma Jonzac a bajarê Charente-Maritime yê Fransayê çend roj berê bateriyê bi navê NW Box dabû nasandin. Bi saya konteynerên baterî tê xwestin ku enerjiya zêde tê hilberandin bê depokirin.

Di sala derbasbûyî de jî konteynerên stokajê ji aliyê Tesla û şîrketa HDF Energy a Fransayê ve hatibûn nasandin. Hatibû ragihandin ku li wan konteyneran wê derfet hebe ku bi dehan megavat/h elektrîk bê depokirin.

Mînak li konteynerên NW Boxê gelek bateriyên bi tîpa lîthîûm-îon hene û bi van bateriyan wê enerjiya elektrîkê ya ku di demên diyarkirî yên salê de ji roj û bê hatiye afirandin bê depokirin. Elektrîk piştre wê li deverên pêwîstî pê hebe bê bikaranîn.

Dîrektorê Giştî yê NW'ê Yves Jego di dema Nîcolas Sarkozy de wezîr bû. Li gorî Jego bi zêdebûna hilberîna elektrîkê ya bi çavkaniyên dikarin bên nûkirin, pêwîstiya bi konteynirên depokirinê jî wê zêde bibe. Di raporeke Komîsyona Sererastkirina Enerjiyê de ku saziyeke serbixwe ya Fransayê ye, ji bo armancên der barê zêdekirina enerjiya dikare bê nûkirin pêk bê, divê kapasîteya depokirinê jî bê zêdekirin.