El Sadr ji bo Sûriyeya nû bal kişand ser girîngiya 'demokrasiyê'

Lîderê siyasî û olî yê Şîa El Sadr piştî hilweşîna rejîma Baas daxuyaniyek da û got, "Divê hikumeteke demokratîk a ji hemû pêkhateyên gel bê avakirin."

MUQTEDA EL SADR

Piştî hilweşîna rejîma Baasê ya li Sûriyeyê, lîderê siyasî û olî yê Şîa Muqteda El Sadr li ser platforma medya dîjîtal a X'ê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya El Sadr bi vî rengî ye: "Ji bo Sûriye ya cîran, dûrî destwerdana Emerîka, Îsraîl an jî yên din, ji bo avakirina hikumeteke demokratîk a ji hemû pêkhateyan ku dûrî rêveberiya leşkerî û tundrewiyê be, em li benda diyaloga neteweyî ne. Em hêvîdar in ku di navbera herdu gelên bira de bi navê Îslam, Erebî û mirvoahiyê têkiliyeke ji hevsengiyê bê danîn. Çarenûsa me yek e û em ê destûrê nedin ku dijmin bi bahaneya mezhebî, cihêrengiya siyasî û neteweperestiyê me parçe bike."