DYE amade ye bersivê bide êrîşa li ser petrola Sûûdê

Serokê DYE’yê Donald Trûmp got ku em amade ne bersivê bidin êrîşa li ser tesîsa petrolê ya Sûûdî Erebistanê.

Roja Şemîyê bi droneyan êrîşî du tesîsên petrolê yên li Sûûdî Erebistanê hatibû kirin. Ji ber vê êrîşê hilberîna petrolê nîvenîv hatibû sekinandin. Tê diyarkirin ku ev rewşe dibe çend hefteyan bidome. Petrola Sûûdî Erebistanê ji bo aborîya global jî stratejîk e. Petrola ku hilberîna wê hatiye sekinandin di bazara global be bi qasî 5 ji sedî ye.

Trûmp li ser twîtterê got ku “Êrîşî petrola Sûûdî Erebistanê hatiye kirin. Hin sedem hene ku em bawer in ku em sûcdar nas dikin.”

Serokê DYE’yê diyar kir ku ew amade ne bersivê bidin û got ku “Lê em li bendê ne ku Keyîtî divê diyar bike kê ev êrîş kiriye û divê em bi çi awayî tevbigerin.”

Milîsên Hûsî yên li Yemenê Koalîsyona Ereban li wan dide ya ku Sûûdî Erebistan pêşengtîya wê dike, êrîşa li dijî tesîsên Aramco ya şîrketa Sûûdî li xwe girtibûn.

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo diyar kiribû ku li holê tu delîl tuneye ku ev êrîş ji aliyê Yemenê hatiye kirin û ji ber pişt li vê êrîşê ye Îran sûcdar kiribû. Îranê jî diyar kiribû ku ev îddîayeke pûç e.