DYA: Tekane şertê muzakereyên bi Koreya Bakur re ‘xwepakkirina ji

DYA’yê ragihand ku wê weke şert li ber Koreya Bakur deynin ku xwe ji nukleere bi rengekî bilez pak bikin.

Şêwirmendê nû Ewlehiya Netewî yê Serokdewletê DYA’yê Donald Trûmp, John Bolton ji bo hevdîtinên bi Koreya Bakur re wê werin kirin gotinên teqez bi kar anîn.

Bolton li ser hevdîtina Trûmp û lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un ku Gulanê wê were kirin gotinên teqez bi kar anî û got armanca sereke hevdîtinê ew e ku rêveberiya Ppyongyangê bernameya nükleere bi temamî bi dawî bike.

Bolton ji Radio Free Asia re axivî û got ji bo ku Koreya Bakur ji nükleere weree pakkirin, muzakereyên ku salên 2000’î bi Libyayê re hatine kirin dikarin mînak werin girtin. Bolton got heke Koreya Bakur pakbûna ji nükleere qebûl neke wê hevdîtina di navbera lîderan de pir kin bidome.