'Divê polîtîkaya Ewropayê ya li ser penaberan hîn însanî be'

Saziya ramanê ya bi navê Terra Nova û Enstîtuya Montaîgneyê raporek amade kirin û diyar kirin ku divê welatên Yekîtiya Ewropayê hîn bi rengekî însanî nêzî penaberan bibin.

Her du saziyan raporek ji 126 rûpelî amade kirin û bal kişandin ser bêedaletî û bêbandoriya polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê ya li ser penaberan. Di raporê de tê rexnekirin ku li gelek welatan navendên pêşwazîkirina penaberan nîne.

Di raporê de hate gotin, "Metirsî li ser mafê penaberiyê yê li Ewropayê heye" û işaret bi nakokiyên welatên Yekîtiya Ewropayê yên li ser polîtîkaya penaberiyê hate kirin. Di raporê de weke mînak hate nîşandan ku hin keştiyên mehên dawî li Derya Spî koçber rizgar kirin, ji aliyê gelek welatan ve hatin redkirin.

BILA NAVENDÊN PÊŞWAZÎKIRINÊ HEBIN, LÊ NEBIN 'GIRTÎGEHA DERSÎNORKIRINÊ'

Xaleke din ku di raporê de işaret pê tê kirin, nebûna navendên pêşwazîkirin, lêkolîn û qebûlkirina navendên serlêdanên penaberiyê ye. Hate ragihandin ku bi taybetî li Spanya, Îtalya, Malta û Fransayê navendên bi vî rengî nînin. Di raporê de hate gotin, kêm jî be lazim e ev welat navendên pêşwazîkirinê vekin û hate bibîrxistin, ev mijar di pîvan û peymanên beriya niha yên Yekîtiya Ewropayê de heye.

PÊWÎSTE NAVENDEKE HEVPAR HEBE

Di raporê de hate gotin, navendên bi vî rengî ji bo nirxandina serlêdana penaberiyê û cihêkirina serlêdêran ji 'penaberên aboriyê' ye. Her du saziyan diyar kirin, divê navendên bi vî rengî û girtîgehên li hin welatan ên ji bo dersînorkirina penaberan hatine vekirin, weke hev neyên dîtin.

DÎPLOMASIYA LI SER PENABERAN DIVÊ ÎNSANÎ BE

Di rapora Terra Nova û Enstîtuya Montaîgne de ji Yekîtiya Ewropayê tê xwestin ku dîplomasiyeke koçberan bi rê ve bibe û hate gotin, divê penaber bi rengekî însanî werin pêşwazîkirin.

Di raporê de dîplomasiya Yekîtiya Ewropayê ya li ser welatên sêyemîn ji bo penaberan tê kirin hate bibîrxistin û hate gotin, divê ev dîplomasî ji bo şandina penaberan ji welatê sêyemîn re neyê kirin.