Dijberên şer li nêzî Rheînmetallê konê xwe danîn

Dijberên şer û çekdarbûnê li nêzî fabrîkaya mezintirîn fîrmaya çekan a Elmanyayê Rheînmetallê ya li Unterlûbê ji bo 10 rojan konê we danîn.

Mezintirîn fîrmeya çekan a Elmanyayê Rheînmetall ku ji Kurdistanê heta bi Yemenê, Meksîkayê, welatên Efrîkayê, ji gelek herêmên cîhanê re çekan difiroşe rejîmên otorîter, fabrîkeya xwe ya herî mezin li Unterlûssê ye ku 85 km dûrî Hannoverê ye. Ev der her wiha cihekî wiha ye ku çekên ku têne hilberandin li vir têne ceribandin.

Unterluss ji 1'ê Îlonê û vir ve bû yek ji rawestgehan girîng a dijberên şer û çekdarbûnê yên aktivîsên Elmanyayê. Di salvegera 1'ê Îlona 1939'an de, ku dema Elmanya ya Hîtler êrîş biribû ser Polonya û weke destpêka Şerê Cîhanê ya 2'yan tê qebûlkirin, li Unterlûbê aktivîst bi dirûşma ''Şer li vir dest pê dike'', bi navê ''Rheînmetall-Bêçekdarbûn''ê konê xwe danîn.

Kampanyaya Riseup4Rojava jî destek da kampa ku li ber fabrîkayê hatiye danîn, kamp ji hêla komên şoreşger, rêxistinên çepgir, sendîka û gelek rêxistinên civaka sivîl ve hatiye danîn.

Kamp heta 9'ê Îlonê bi bernameyên cuda wê bidome. Zirara çek û amûrên leşkerî yên Rheîmmetallê yên ku didin Kurdistan, Yemen, Meksîka û gelek deverên din tê vegotin.

DU AKTÎVÎSTAN BEHSA MODÊLA ROJAVA KIRIN

Li kampê panoyeke danasînê li ser jiyan û têkoşîna gerîlaya PKK'ê Andrea Wolf hatiye danîn, ku Wolf 1998'an ji hêla artêşa Tirk ve hatibû şehîdkirin.

Li kampê her wiha du aktivîsên ji Rêxistina Berlînê ya Çepgirên Radîkal, ku çûbûne Rojavayê Kurdistanê, bal kişandin ser pergala Rojava ya ku azadiya jinê, ekolojî û rêveberiya demokratîk daniye ber xwe.

Bi pêşengiya kesên ku tevlî kampê bûne 7'ê Îlonê ber bi Rheînmetallê ve wê meşeke girseyî were kirin. Meş saet 13.00'an wê dest pê bike, tê payin ku li tevahiya Elmanyayê dijberên şer destekê bidin vê meşê.

Rheînmetall her wiha bi destûra Hikûmeta Elman a Federal bi rejîma Erdogan re dest bi hilberandina tangan jî kiribû. Erdogan li qesra xwe rêveberên Rheînmetallê ezimandibûn û beriya dagirkirina Efrînê tangên artêşa Tirk ji hêla Rheînmetalê ve hatibûn nûjenkirin. Her wiha Leopoard 2 ya ku şîrketê hilbernadine, li Efrînê gelek yasayên navnetewî binpê kiribûn û mohra xwe li ser gelek nûçeyan danîbû.

Berfirehitîrin agahî li ser bernameya kampê li ser vê adrêsê ye: