Dibe ku li Yemenê pêleke nû ya kolerayê rû bide

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da ku li Yemenê dibe ku pêleke nû ya şewba kolera rû bide.

Nûnerê Yemenê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Dr. Noyo Zagarya got, 16 ji sedî yê zarokên kêmî 5 salî yên li Yemenê têr xwarinê naxwin û 5,2 ji sedî jî di nava şert û mercên gelekî tirsnak de ne.

Zagarya ragihand, li Yemenê guman ji 960 hezar kesî tê kirin ku bi şewba kolera ketine, heta niha 2 hezar û 219 kes ji ber kolerayê mirine, ev nexweşî piştî Nîsana 2017'an li Yemenê belav bûye û yek ji sê parên mirovên bi vê nexweşiyê ketine jî zarok in.

Zagarya diyar kir, tevî ku di hefteyên dawî de hejmara mirovên bi vê nexweşiyê dikevin kêm dibe jî, yê li 35 herêmên Yemenê mirov bi şewba kolera dikevin.

Nûnerê Yemenê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Dr. Noyo Zagarya da xuyakirin ku nebaşbûna rewşa aboriyê ya li Yemenê û peydanekirina ava vexwarinê dibin sedem ku krîza însanî mezintir bibe û xwest, dorpêçiya li ser Yemenê tavilê bê rakirin.

Ji ber dorpêçiya ku koalîsyona bi serkêşiya Erebîstana Siûdî li ser Yemenê ferz kiriye, her wiha ji ber êrîşên lê tê kirin, elektrîk û sotemenî bi têrkerî nagihêjin nexweşxaneyan û alîkarî nagihêje sivîlan, bi taybetî zarokan.