Di şewata li Kalîforniyayê de 7 kes mirin

Li DYA’yê di dîroka eyaleta Kalîforniyayê de 6’emîn şewata herî bi mirin tê jiyîn. Di şewata herî dawî de 7 kes mirin.

Li Kalîforniyayê kesê 7’ê yê ku jiyana xwe ji dest dayî xebatkarê şîrketa elketirkê PG&E ye. Şîrketê têkildarî mirinê daxuyaniyek da û ragihand ku bi polîsan re ji bo şert û mercê mirinê diyar bikin kar dikin.

Şîrketa PG&E, li gorî raporeke ku meha Hezîranê hatibû weşandin qanûnên xwecihî binpê kirîbû û ji şewata bihara 2017’an de weke berpirsyar hatibû sûcdarkirin.

Şewata herî dawî 322 kîlometere li bakurê San Fransîscoyê bi bandor bû. Tevî ku 4200 xebatkarên agirkûjê bi şewatan re têdikoşe tenê sedî 41 kontrol kirine.

Ji 23’ê Tîrmehê ve heta niha 62 hezar û 534 donim bûn xwelî. Li aliyê din zêdetirî 1600 avahî di şewatê de bûn xwelî.