Di nava 24 saetan de li Xezeyê nêzî 90 kes hatin kuştin
Hate ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê, di nava 24 saetên dawî de nêzî 90 kes hatin kuştin.
Hate ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê, di nava 24 saetên dawî de nêzî 90 kes hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ku roja Yekşemê da, li Şerîda Xezeyê di nava 24 saetên dawî de 88 Fîlîstînî hatin kuştin.
Hate ragihandin ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an dema destpêkirina şer û vir ve 45 hezar û 805 Fîlîstînî hatin kuştin.
Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, ji destpêka şer û vir ve li Şerîda Xezeyê 109 hezar û 64 kes birîndar bûn.