Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Di çalakiya Êlek Zeran de bi dehan kes hatin destgîrkirin

Li Fransayê Şemiyê di çalakiyên Êlek Zeran de bi hezaran kes li hev kom bûn. Li bajarê Nantesê 35 kes hatin destgîrkirin.

Li gelemperiya Fransayê Êlek Zer daketin qadan. Di çalakiya 44'an de ya li qada neteweyî, li bajarê Nantesê ji ber destwerdana polîsan şer qewimî. Di şer de gelek kes hatin destgîrkirin, birîndar bûn û xisar li derdorê bû.

Li gorî polîsên Fransayê 1800 kes tevlî çalakiya li Nantesê bûn. Tê gotin ku kesên tevlî çalakiyê bûne ji vê yekê zêdetir in. Di encama bûyerê de du çalakger birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Bajêr a Ewlekariya Cemaweriyê li bajarê Nantesê 35 kes hatin destgîrkirin. Her wiha hate ragihandin ku 5 polîs birîndar bûne.

Li bajarên Nancy, Parîs, Lyon, Montpellîer, Bordeaûx û gelek bajarên din ên Fransayê gelek kes tevlî çalakiyên 44'an bûn.