El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de anî ziman ku artêşa Lîbyayê liv û tevgera dewleta Tirk kişf kir û ragihand ku Tirkiyê hêzên xwe ji bo êrişkirina Terhûnayê amade dike û Enqere krîza Koronavîrusê fersendê dibîne, lewma teqemenî birin Terablusê, Misrata û Zewara da ku êrîşeke terorîstane pêk bîne.
Di heman demê de Civata Parlamentoyên Erebî daxwaza rêzdayîna ji serweriya Lîbyayê re kir. Her wiha şandina çekan bisekinîne, banga panbendiya bi biryarên Meclîsa Ewlehiyê ya NY’yê kir û li Qahîreyê di civînekê de bang li NY`yê kir ku yekser destwerdanê bike û rê li pêşiya şandina şervanên biyanî ber bi Lîbyayê ve bigire. Dîsa mekanîzmayeke zelal ji çavdêriyê û cezayên li dijî aliyên çekan ji bo şerê li Lîbyayê dişînin, diyar bike.
Parlamentoyên Erebî bang li aliyên li Lîbyayê kir ku agirbestê ragihînin û da ku pêşî li belavbûna vîrusa koroanyê were girtin, divê bi erka xwe ya mirovî rabin.