Dewleta Tirk li Lîbyayê 5 sivîl kuştin

Balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk a dagirker bombe li bajarê Mîzda yê li rojavayê Lîbyayê barandin û herî kêm 5 sivîl kuştin.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ahmed El Mismarî ragihand, SÎHA yên dewleta Tirk sibeha Sêşemê bombe li wesayiteke li bajarê Mîzdayê barandin.

El Mismarî diyar kir, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li dijî Lîbyayê û gelê Ereb komkujiyek kir û got, "Êriş birin ser wesayitekê ku malzemeyên xwarinê tê de bûn. Di êrişê de herî kêm 5 sivîlan jiyana we ji dest dan."

Mismarî got, "Balafirên şer êrişê dibin ser sivîlan. Tevî qemyoneke ku madeyên xwarinê tê de bûn bombe li herêmeke ku karê mêşên hungiv lê dihatekirin li rojhilatê Mîzdayê li Nîsmayê bombe kirin."

Ev êriş piştî wê yekê hate kirin ku Xelîfe Hefter ragihand ku ji bo birêvebirina welêt wî erk ji gel wergirtiye.

Hefter ku parlamenta li rojhilatê welêt piştgiriya wî dike, Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya ku Enqere piştgiriya wê dike, red dike. Hefter got, ji bo avakirina saziyên dewleteke sivîl wê şert û mercan hemûyan pêk bînin û operasyonên li dijî Trablûsê jî dewam bikin.

Rejîma Tirk pandemiya vîrûsa koronayê ji bo xwe kir firsend û piştgiriya ji Biratiya Misilman a li Trablûsê zêde kir. Rejîma Tirk ku ambargoya çekan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi rengekî vekirî binpê dike û nayê kontrolkirin, leşker û çeteyên xwe yên bi berdêla pereyan şer dikin, tevî drone, wesayitên zirxî û çekan dişîne Trablûsê. Bİ hezaran çeteyên ku rejîma Tirk ji Sûriyeyê bir Lîbyayê, şand Trablûsê. Bi hezaran jî perwerde dike ku bişîne.