Dermanê bi bandor ê kanserê bûye sedema mirina gelek kesan
Li Fransayê, qedexekirina dermanekî kanserê di rojevê de ye. Ev derman ji sla 1996'an û vir ve tê bikaranîn û tê gotin, ji ber vî dermanî bi dehan nexweşan jiyana xwe ji dest dane.
Li Fransayê, qedexekirina dermanekî kanserê di rojevê de ye. Ev derman ji sla 1996'an û vir ve tê bikaranîn û tê gotin, ji ber vî dermanî bi dehan nexweşan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Derman a Neteweyî (ANSM), dermanê kanserê yê bi navê 'docetaxel' heta niha bûye sedem ku herî kêm 48 nexweş jiyana xwe ji dest bidin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev derman di nava 20 salan de li ser bi sed hezaran nexweşan hatiye ceribandin û rêjeya mirinê 1 ji 10 hezarî ye. Di daxuyaniyê de hat îdîakirin, bi saya vî dermanî, rêjeya mirinê di gelek cûreyên kanserê de hatiye kêmkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, tevî vê yekê jî encama hin analîzên cuda yên li ser dermanê 'docatexel'ê tê hêvîkirin û hat destnîşankirin, ku biryara pêşniyarkirinê, ku tê xwestin ev derman ji bo nexweşên kanserê yên sîngê, ku dikarin bên emeliyatkirin, neyê bikaranîn.
Li gorî daneyên ANSM, 27 ji nexweşên ev derman girtin, ji ber şoqa septîk û îltihaba li rûviyê zirav û stûr, jiyana xwe ji dest dane.