Dengdana li ser ObamaCare dîsa taloq bû

Senatoyê, dengdana li ser pêşnûmeya nû ku wê 22 mîlyon kesên li DYA ji sîgorta tenduristiyê bêpar bihêle, careke din taloq kir.

Yek ji sozên herî girîng ên Serokê DYA Donald Trûmp, betalkirina reforma tenduristiyê (ObamaCare) ye, ku di sala 2010'an de ji aliyê Barack Obama ve hate kirin. Dengdana têkildarî pêşnûmeya li ser betalkirina ObamaCare, careke din hate betalkirin.

Tevî ku hejmara komargehan zêdetir e jî, tê zanîn gelek senator li dijî vê pêşnûmeya nû ye. Hat hînbûn, dengdana li ser pêşnûmeyê wê ji piştî pîrozbahiyên roja Serxwebûnê ya 4'ê Tîrmehê re bê hiştin. Rayedarekî Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), îdîaya televîzyona CNN a li ser vê mijarê piştrast kir.

ObamaCare, derfetê sîgorta tenduristiyê dide bi dehan mîlyon mirovên xizan ên li DYA. Betalkirina ObamaCare, ji bo desthilatdariya Donald Trûmp girîng e. Eger Trûmp astengiya Senatoyê ya li pêşiya vê yekê ji holê raneke, wê reforma bacê ya ku berê soza wê dabû, dereng bimîne.

Ji ber dirêjbûna nîqaşên li ser reforma tenduristiyê, borsayên DYA kêm kir. Dolar li pêşberî Euro daket asta herî nizm a 10 mehên dawî.