DAÎŞ’ê li Nîjeryayê qetlîam kir: Bi kêmanî 30 kes mirin

Di êrîşa komeke çete yên girêdayî DAÎŞ’ê ya li ser gundekî nêzî Mîadûgaûrî ya paytexta eyaleta Borno ya li Njeryayê de bi kêmanî 30 kes mirin.

Ji berdevkên hikûmeta xwecihî Ahmed Abdurrahman Bundî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êrîşa bi çek de bi kêmanî 30 kes mirine. Hate ragihandin ku ji kesên mirî piranî kesên li ser rêya di navbera Maîdûgûrî û Damatûrûyê de ne. Berdev ragihand ku êrîşkaran 18 wesayît şewitandine, her wiha gelek jin û zarok jî revandine.

WESAYÎT ŞEWITANDIN, JIN Û ZAROK REVANDIN

Endamekî yê mîlîsên ku li gel artêşa Nîjeryayê li dijî komên ‘Cîhadî’ şer dike jî ji AFP’ê re axivî û ragihand ku nêzî 30 kamyon çeteyan şewitandine. Kesê bi navê Babakuro Kolo jî got: “Gelek ajokar û alîkarên wan di xew de bi saxî hatin şewitandin. Nayê zanîn bê ka çiqasî jin û zarok hatine revandin, lê gelek in.”

Her wiha êrîşkaran dest danîn ser sê otobusan jî.

GUND TALANKIRIN Û ŞEWITANDIN

Piştre jî êrîşkaran avêtin ser gundê Aûno yê 25 kêlometre ji Maîdûgûrî yê dûr e, gund talan kirin û şewitandin.

Di şerê navbera Boko Haram û hêzên bi çek ên Nîjeryayê ya ji sala 2009’an û vir ve 35 hezar kes mirin, nêzî 2 milyon jî neçar man ku malên xwe bi terikînin.