Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê pîştî hevdîtina li gel Rêber Apo, banga Rêber Apo ya dîrokî ji bo raya giştî parve kir. Di banga Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” de qala Rojava nehate kirin û ji bo çekdanîna PKK’ê jî şertê siyaseta demokratîk û naskirina aliyê hiqûqî hate pêşxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz banga Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand û got: “Birêz Ocalan ji sala 1993’yan ve ye tim dibêje ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, hewceyî bi veguherînê heye. Îro jî ji bo pêkhatina veguherînê hem peyama demokratîkbûyînê hem jî ya divê rêgezên hiqûqê werin pêknanîn, dide.”
‘HETA SEDEM JI HOLÊ NEYÊ RAKIRIN, ENCAM ÇÊNABE’
Aydenîz diyar kir ku ji hevdîtina yekemîn a Heyeta Îmraliyê ve dihate zanîn ku Rêber Apo dê bangeke guherîn û veguherînê bike û wiha got: “Bi rastî jî Birêz Ocalan di banga xwe de pir zelal diyar kiriye. Vedibêje ku kodên avabûnê yên komara Tirkiyeyê yên 100 salî Kurdan tine dihesibîne, PKK ji ber hebûna polîtîkayên asîmîlasyon û înkara nasnameyê ava bûye û bi ravekirina têkiliyên sedem-encamê ku diyar dike ku çawa veguheriye têkoşîna hebûnê. Hûn dê bêjin qey îro statûya Kurdan tê naskirin? Qey niha zimanê Kurdan tê nasîn? Ma ne hîna jî bi hezaran girtiyên siyasî yên Kurd hene? Di mijara çekdanîna PKK’ê de jî diyar dike ku heta ku sedema hin tiştan ji holê nerabin encam çênabe.”
‘KURD BI DAYÎNA BERDÊLAN HATIN VÊ QONAXÊ’
Aydenîz destnîşan kir ku polîtîkayên red û ewlehiyê yên sed salî yên Komara Tirkiyeyê encam negirtiye û bilêv kir ku Kurd dev ji jiyana hevpar, zimanê dayikê, statûya xwe, jiyana demokratîk û hemwelatîbûna wekhev bernedane û da zanîn ku bi berdêl û têkoşînên xwe hatine vê qonaxê. Aydenîz bi bîr xist ku Ocalan ji sala 1993’an ve jixwe tîne ser ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rê û rêbazên demokratîk, divê guherîn û veguherînek were kirin û wiha got: “Ev bang bi zelalî diyar dike ku Birêz Ocalan di çareseriya demokratîk de berpirsyariyek çawa li xwe girtiye, çawa bi wêrektiyekî dest bi vê karê kiriye û çawa civakê baş nas dike.”
‘DESTKEFTIYÊN KURDÊN LI TIRKIYEYÊ WÊ BANDORÊ LI KURDÊN LI ROJHILATA NAVÎN JÎ BIKE’
Salîha Aydenîz bal kişand ser mijara ku di teksta bangê de têkildarî statûya Rojava nirxandinek nehatiye kirin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk ew demeke dirêj e polîtîkayên tinekirina destkeftiyên gelê Kurd dide meşandin. Dewleta Tirk tişta ku ji bo Kurdên li Tirkiyeyê rewa dibîne ji bo Kurdên li Rojava û Başûr jî rewa dibîne. Îro gelê Kurd û gelên din ên li Rojava îradeyek pêş xistine û ev îrade girêdayî hevsengiya Rojhilata Navîn û cîhanê derketiye holê û girêdayî vê hevsengiyê gelê Kurd dê destkeftiyên xwe biparêzin. qalnekirina Rojava ji ber girîngiya çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê ye. Di encamê de ger li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin û li Tirkiyeyê sererastkirinên ku statûya Kurdan were naskirin, pêk werin dê ev yek bandorê li Kurdên Rojava, Rojhilat û Başûr jî bike. Bi min Birêz Ocalan derveyî fikr û daxwazên dewletê, anî ziman ku vê pirsgirêkê li gel Tirkiyeyê çareser bike. Ji ber vê yekê di banga xwe de qala Rojava nekiriye.”
‘DIVÊ TIRKIYE DI SEDSALA XWE DUYEM DE KOMARA DEMOKRATÎK NAS BIKE’
Salîha Aydenîz bal kişand ser girîngiya têgehên siyaseta demokratîk û civaka demokratîk ya di banga Rêber Apo de û got ku jixwe pirsgirêka Kurd ji ber nedemokratîkbûyîna Tirkiyeyê heye. Aydenîzê bi bîr xist ku ji ber nedemokratîkbûyîna Tirkiyeyê gelek pirsgirêkan rû dane û wiha doman: “Ji ber ku Tirkiye ne demokratîk e, pirsgirêka ekolojiyê heye. Ji ber ku Tirkiye ne demokratîk e jin tên qetilkirin û pirsgirêka neazadbûna jinan heye. Ji ber wê yekê beriya her tiştî weke ku Birêz Ocalan jî anî ziman, divê Tirkiye di sedsala duyem de komara demokratîk nas bike û bibe dewleta hiqûqê. Heta ku pergaleke ku gelên Tirk, Kurd û yên din li gorî çand, ziman û baweriya xwe bi awayekî azad nejîn, neyê avakirin çareserî pêk nayê. Di vê sedsalê de pirsgirêka Kurd weke hincet hate dîtin û gelek kes hatin mexdûrkirin. Ji bo ku di sedsala duyem de ev yek rû nedin, Birêz Ocalan di banga xwe ya dîrokî de bal kişandiye ser demokrasiyê. Ji ber ku mijara esas Tirkiye ne dewleteke demokratîk e. Xwe li ser yekperestiyê ava kiriye. Ku em bi desthilatdariyeke wisa re rû bi rû ne ku desteserkirina şaredariyan, polîtîkayên tecrîdê veguherîne awayekî rejîmê û cudakirina di nava gel de jî weke polîtîkayekê tê sepandin. Her wiha desthilatdariya heyî jî xwe dispêre van polîtîkayên yekperestiyê yên 100 salî. Em di wê baweriyê de ne ku dê bes bi Tirkiyeyeke demokratîk pirsgirêkên heyî çareser bibin. Tişta ku Birêz Ocalan jî anî ziman ev e.’’
‘DIVÊ SERERASTKIRINÊN HIQÛQÎ WERIN KIRIN’
Salîha Aydenîz diyar kir ku Rêber Apo anî ziman ku ji bo ku PKK çekan berde, divê hin sererastkirinên hiqûqî werin kirin û wiha bi dawî kir: “Birêz Ocalan ji aliyekî ve bang li PKK’ê dike ku kongreya xwe li dar bixe û ji aliyekî ve jî bang li dewletê dike ku li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigere. Di destpêka bangê de qala vebûna pêşiya siyaseta demokratîk, di serî de girtiyên nexweş, sererastkirineke derheqê girtiyên siyasî de tê kirin. Di encamê de Birêz Ocalan ev 26 sal in di bin tecrîda mutleq a dewleta Tirk de tê rehîngirtin ku rewşa berbehs bi xwe dizane. Dewletê bi xwe ev pêvajo da destpêkirin. Ji ber vê yekê divê pêngavên hewce jî biavêje. Bi rastî jî li şûna ku bi gelê Kurd re şer bike, ez hêvî dikim ku dê aliyê Tirkiyeyê êdî li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina zemîna aşitiya civakî bixebite. Ya duyem jî ew e ku divê di qanûna bingehîn de zimanê Kurdî were naskirin, bibe zimanê perwerdeyê û têkildarî girtiyên siyasî sererastkirineke hiqûqî were kirin. Her wiha divê şert û mercên xebitîna Birêz Ocalan jî werin dabînkirin ku ev pêngaveke gelekî girîng e.”