Credit Suisse wê muşteyên xwe yên bi Naziyan re 'têkildar' lêkolîn bike

Li Swîsreyê, ji ber îdîayên ku digotin li bankayên ser bi Credit Suisseyê hesabên pêwendiya xwe bi Naziyan heye ji nedîtî ve hatine, lêkolîn hate destpêkirin.

Ombudsmanê serbixwe Neil Barofsky anî ziman ku di nameyekê de ku sala 2024'an ji Senatoya DYE'yê re hate şandin, hate ragihandin ku dosyayên muşteriyên weke 'Lîsteya reş a Emerîkayê' hatin işaretkirin hatine dîtin û di lêkolînên beriya niha de dibe ku hesabên pêwedniya xwe bi Naziyan re heye hatibin nixumandin.

Piştî lêkolîna Barofsky, bankaya Swîsreyê UBS'ê diyar kir ku wê li bankayên ser bi Credit Suisse'yê lêkolîneke berfireh bê kirin. Ombudsman Barofsky dozgerekî berê yê DYE'yê ku ji aliyê Credit Suisse ve ji bo lêkolînkirina mijarê hatiye wezîfedarkirin. UBS ku Credit Suisse kirî ye, ragihand ku ji bo lêkolîneke berfireh û bi detay ew dixebitin.

Credit Suisseyê di sala 2020'î de ji ber hin sûcdariyên ji aliyê Navenda Simon Wiesenthal a parêzvanê mafên Yahûdiyan ve hate kirin, dest bi lêpirsîna destpê kiribû.