Borîs Johnson ji piraniyê ket, hilbijartina giştî xwest

Serokwezîrê Ingilîz Borîs Johndon li parlamentoyê ji piraniyê ket, hilbijartina giştî xwest.

Johnson Sêşemê di dengdana Brexîtê de ya ji bo plana derketina ji YE'yê têk çû. Dengdana li dijî 301'ê bi 328 dengan hate redkirin. Ji eniya muxafazkar ku Johnson di nav de ye 21 parlemanterî dijberiya pêşnûmeyê kir û li dijî Johnson deng dan.

Sêşemê piştî ku parlamenterekî muxafazakar ji partiya desthilatê veqetiya û derbasî Partiya Lîberal bû Jonhson piraniya mitleq a li parlamentoyê ji dest da. Johnson beriya dengdanê gotibû heke têk biçe ew ê 14'ê Cotmehê banga hilbijartina giştî bike.

Pêşniyara Johnson vê Çarşemê li Parlamentoyê wê were gotûbêjkirin. Ji bo were qebûlkirin divê 2 ji 3 yê dengan bistîne.