'Biryara ji doza Kobanê derkeve, wê mohra xwe li sedsala duyemîn a komarê bide'

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, anî ziman ku biryara ji doza Kobanê derkeve wê ‘mohra xwe li sedsala duyemîn a komarê bide.’

Piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li hemberî Kobanê li Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên protestokirinê dest pê kiribûn. Ku ev çalakiyên protestokirina êrîşên DAÎŞ’ê yên li dijî Kobanê di nava raya giştî de weke çalakiyên 6-8’ê Cotmehê tên pênasekirin. Piştî çalakiyan derheqê 108 kesan de doz hate vekirin ku  rêveberên HDP’ê jî di nav de ne û rûniştina dozê ya biryardayînê wê di 17’ê Nîsanê de pêk were.

Piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li hemberî Kobanê ku dewleta Tirk jî piştgiriya çeteyan dikir, di 6 û 8’ê Cotmehê de li Tirkiye û Kurdistanê bi mîlyonan kes ji bo protestokirina êrîşan berê xwe dabûn kolanan bi dehan kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin. Piştî van bûyeran derheqê gelek siyasetmedarên Kurd de doz hatin vekirin. Dozgeriyê di Doza Komployê ya Kobanê de ji bo 36 siyasetmedarên Kurd ku Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ne, cezayê muebbetê yê girankirî xwest.

‘DOZ ROVANŞEKE SIYASÎ YE’

Beriya rûniştina biryardayinê ya Doza Komployê, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê  Sevda Çelîk Ozbîngol derheqê pêvajoya dozê de ji ANF'ê re axivî.

Sevda Çelîk Ozbîngol got ku ku doz pêvajoyeke rovanşa siyasî ye helwesteke li dijî aştiyê ye û ev yek anîn ziman: ‘’Doza Komployê ya Kobanê ya 6 û 8’ê Cotmehê rovanşeke siyasî ye. Pêvajoya darizandinê ku di tê de hemû bend û qaîdeyên qanûnî hatine binpêkirin nîşan dide ku doz ne di çarçoveya hikmên qanûnî de ye û em dikarin bibêjin ku doz tolstandineke siyasî ye. Pêvajoya dozê li qadên sîyasetê di çarçoveya berjewendiyan de hatiye bikaranîn û li gel vê yekê gelek plan hatine kirin. Bi dehan kesên ku siyaseta demokratîk bi rê ve dibirin bi vê dozê bi awayekî derqanûnî tên rehîngirtin.’’  

’EV DOZ WÊ DIYAR BIKE BÊ KA SEDSALA DUYEMÎN A KOMARÊ WÊ DEMOKRATÎK BIBE YAN NA'

Sevda Çelîk, destnîşan kir ku ev doz wê demokratîkbûna komarê ya sedsala duyemîn diyar bike û got ku encamên ku ji vê dozê derkevin dê bandorê li siberoja Tirkiyeyê jî bike û wiha domand, "Sedsala duyemîn a komarê wê demokratîk bibe yan wê li ser esasê yekparêzî û înkarê mezin bibe, bi doza Komploya Kobanê û biryara ku di encamê de bê dayîn dê diyar bike. Ji vî alî ve pênase û bendewariya siberojeke demokratîk ku gelên Tirkiyeyê yekser eleqedar dike, tevahiya civakê eleqedar dike."

'HEWL TÊ DAYÎN SIYASETA ZAGONÎ YA KURDAN BÊ KRÎMÎNALÎZE KIRIN'

Sevda Çelîk Ozbîngol, da xuyakirin ku pêşketinên di mijara çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de wê bi vê dozê re diyar bibe û anî ziman ku hewl tê dayîn ku siyaseta zagonî ya Kurd û rastiya pirsgirêka Kurd bi vê dozê re bê krîmînalîze kirin û gotinên xwe wiha dewam kir, "Di mijara rastiya Kurd û çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de jî ev yek ji bo raya giştî ya Tirk û gelê Kurd girîng e. Divê êdî bê fêhmkirin ku ev yek ji aliyê dadgehekê ve nikare bê kirin. Piştî vê qonaxê li gel hemû bêhiqûqiyan jî helbet dikare biryareke ku xizmetê ji siberoja demokratîk a welêt re bike were dayin. Bendewariya raya giştî di vî alî de ye û li ser esasê serbestberdana siyasetmedarên ku demeke dirêj dîlgirtî ne.''

'DEM PARTÎ WÊ DI NAVA HER ŞERT Û MERCÎ DE TÊKOŞÎNA XWE YA JI BO AŞTIYÊ BIDOMÎNE'

Sevda Çelîk Ozbîngol, destnîşan kir ku desthilatdariya heyî hiqûqê kiriye xizmeta siyaseta xwe, ji ber vê nikare bêalî biryar bide û got ku DEM Partî wê di nav her şert û mercî de têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomîne. Sevda Çelîk Ozbîngol gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Desthilatdariya heyî hewl dide hiqûq, qanûnê bike xizmeta siyaseta xwe, bi vê yekê re dadgeriya bêalî û serbixwe tê kuştin. Ev aliyê bingehîn e ku yekser tevahiya raya giştî ya demokratîk eleqedar dike û wê dike aliyekî Dosya Kobanê. Xwestin xwedîderketina gel dema hat gotin Kobanê ket û wê bikeve berovajî bikin û ji bo wê weke sûcdariyeke nehiqûqî, îdîaname hat amade kirin. Lê belê li dijî vê neheqiyê wijdana gel êdî got dev ji vê rêveçûnê berde. Biryara ku li ser vê bingehê bê dayîn xwedî girîngiyekê ye ku wê rê li ber pêvajoya siyasî û aştiya me ya civakî veke. Têkoşîna siyasî ya DEM Partiyê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û siberoja demokratîk a welatê me wê mîna ku heta niha kiriye, bidome. Li salona dadgehê jî ev têkoşîn dewam dike."