Bîlançoya dawî ya pandemiyê

Li tevahiya cîhanê heta niha 212 hezar mirov ji ber Covîd-19'ê mirine. Rejîma Tirk îstatîstikên rast ên Covîd-19'ê vedişêre.

Ji ber pandemiya Covîd-19'ê heta niha li cîhanê 212 hezar û 500 mirov mirine. Ji 3 milyon û 83 hezarî zêdetir kes bi vîrûsê ketine. Tê texmînkirin ku hijmara pêketiyan û miriyan a ji ber vîrûsê hê zêdetir e.

Bîlançoya vîrûsê li Emerîkayê girantir dibe. Heta niha tenê li DYE'yê ji 1 milyonê zêdetir mirov bi vîrûsa korona ketine, ji 57 hezarî zêdetir mirov mirine. Her wiha li Italya, Spanya, Fransa û Ingilistanê li her yek welatî ji 20 hezarî zêdetir mirov mirine.


TIRKIYE

Rejîma Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP'ê bi îstatîstên Covîd-19'ê dilîze û rastiyê vedişêre. Li gorî daneyên fermî heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 112 hezar û 261 kes bi nexweşiyê ketine û 2900 kes jî mirine. Li gorî îstatîstikan duh li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tevahî 95 kes ji ber virûsa koronayê mirine.

Yekîtiya Bijîşkên Tirk û derdorên navnetewî dibêjin li Tirkiyê û Bakur bîlanço girantir e, desthilata Tirk rastiyan bincil dike.

Bîlançoya dawî ya welatên din wiha ye:

ITALYA
 Pêketî: 200 hezar
Mirî: 27 hezar.

SPANYA
Pêketî: 232 hezar û 128
Mirî: 23 hezar û 822

FRANSA
Pêketî: 165 hezar û 842
Mirî: 23 hezar û 293

INGILÎSTAN
Pêketî: 157 hezar û 149 
Mirî: 21 hezar

ELMANYA
Pêketî: 158 hezar û 758
Mirî: 6126

HOLLANDA
Pêketî: 38 hezar û 416
Mirî: 4566

BELÇÎKA
Pêketî: 47 hezar û 334
Mirî: 7331

SWÎSRE
Pêketî: 29 hezar û 264
Mirî: 1677

ÎRAN
Pêketî: 92 hezar û 584
Mirî: 5877

RÛSYA
Pêketî: 93 hezar û 588
Mirî: 867