LEZGÎN

Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Polîsên Belçîka bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV de girtin, dest danîn ser kompûter û kel û pelên teknîkî û eşyayên mayîn jî parçe kirin û talan kirin. Polîs ji bo weşanê qut bikin, hemû kablo qut kirin.

Polîsên Belçîkayê bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV de girtin û dest danîn ser kompûteran. Polîs ji bo weşana televîzyonê asteng bikin, di serî de kabloyên elektrîk, rejî û kompûterê, hemû kablo birîn. Polîsan her der lêgerîn kirin û avahî talan kirin.

Polîsên Belçîkayê deriyê odeya Uplînk şikandin û ketin hundir û aletên di hundir de jî texrîb kirin.

Polîs dema ketin hundir wezîfedarên ewlehiyê kelemçe kirin û dirêjî erdê kirin. Polîsan tundî pêk anîn.

Polîs qasî 4 saetan li avahiyê man û piştre bi kel û pelên ku desteser kirine re ji studyoyê çûn.

Di dema serdegirtinê de, li bajêr cihê ku studyo lê ne, ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Zêdeyî 200 polîs tevlî serdegirtinê bûn, di nav wan de polîsên rûgirtî û sivîl polîs jî hebûn.