Bi kuştina Salehî re li Yemenê denge li bin guhên hev ketin

Li Yemenê piştî îdîaya ku serok dewletê berê Saleh ê demekdirêj Hûsiyên di şerê navxweyî yê dewam dike de hevkarî li gel kirine bi lînçkirinê hatiye kuştin û şûnde, derbazî pêvajoyek hê bi tevlîhev bû.

Li Yemenê piştî îdîaya ku serokê dewletê berê Saleh ê demekdirêj Hûsiyên di şerê navxweyî yê li welat dewam dike de hevkarî li gel kirine bi lînçkirinê hatiye kuştin û şûnde, derbazî pêvajoyek hê bi tevlîhev bûye, tê fikirîn ku Hadî Mansûr ê Siûdî destek dike avantajekî girîng ketiye destê wî.

Di şerê navxweyî yê li Yemenê dawiya sala 2014’an de destpê kir di navbera milîsên Şîa yên Hûsî ku Îran destek dike û hêzên girêdayî Alî Abadullah Saleh tifaqek pêk anîbûn. Hêzên girêdayî Serokê Dewletê Mansûr Hadî ji paytext Sana yê hatibû derxistin. Tifaqa di navbera Hûsî û hêzên girêdayî Alî Abdullah Selah ê bi eslê xwe Şîa ye hefteya borî şer kiribûn û di navbera du koman de li payetext Sana şer destpê kiribû.

GELEK ÇAVKANÎ MIRINÊ PIŞTRAST DIKE

Îdîayên li ser dezgehên çapemeniya girêdayî Hûsiyan û tevnên civakî hatine parvekirin, ji aliyê televîzyona El Erebiye ve jî hatiye piştrastkirin ku Saleh hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya milîsên girêdayî Saleh û Kongreya Gel a Giştî ve hate kirin jî agahiya ku ji aliyê milîsên Hûsî ve hatiye kuştin piştras dike.

HÛSIYAN CARA EWILÊ LI DIJÎ SALEH SERÎ HILDABÛN

Di dawiya sala 2014’an de wê demê di navbera Hûsiyên ku wê demê tê texmîn kirin ku xwedî hêzekî 100 hezarî zêdetir e û hêzên Mansûr Hadî de şer ji nû ve derketibû. Ev şer, di rastiyê de di sala 2004’an de di encama ser hildana Hûsiyan a li navenda Saad a li dijî Saleh bû ye.

Piştre jî koma ji aliyê Huseyîn Bedreddîn el Hûsî ku hate kuştin ve haitbû avakirin, di demê ku sala 2004’an Alî Abdullah Saleh li ser desthilatê bû bi desthilatê re ketibû şer.

BI DESTPÊKIRINA ŞERÊ NAVXWEYÎ RE BI HÛSIYAN RE TIFAQ

Alî Abdullah Saleh ê bi Bihara Ereban re derket pêş û di sala 2011’an de desthilata 33 salan hejand, di pêvajoya sala 1978’an de li bakurê Yemenê ji bo serokwezîrtiya dewletê hatibû hilbijartin. Piştî sala 1990’an a ku her du Yemen bûn yek û şûnde Saleh ê ku erka xwe domand, piştî xwepêşandanên sala 2011’an û şûnde di sala 2012’an de sûîkast li hember hate kirin. Saleh ê ku piştre erka xwe hêla, li şûn wî Abdrabo Mansûr Hadî ê Siûdî destek dike li şûna wî erk girt.

Serhildana Saad a vê navberê de dewam dike, di Tîrmeha 2014’an de bi girtina Hûsiyan a Amranê ve derbasî demekî nû bûye û şerê navxweyî yê li Yemenê destpê kiribû hê jî dewam dike.

Alî Abdullah Saleh ê piştî bûyerên sala 2011-2012’an û şûde qewimîn erka xwe hişt, bi şerê navxweyî yê 2014’an destpê kir re bi Hûsiyan re li hev kiribûn.

ŞERÊ NAVXWEYÎ VEGUHERÎ DRAMA MIROVAHIYÊ

Piştî kontrolkirina paytext Sana yê di Adara 2015’an de ji aliyê Husiyan ve, Serokê Dewletê Mansûr Hadî hatibû sirgunkirin. Lê belê li rojhilatê welat serweriya El Kaîde çêbû, li bakur û rojhilatê bakur dibin kontrola Hûsiyan de cih cih şer derdiket, bi beşdarbûna koalîsyona Erebîstana Siûdî re tam veguherî drama mirovahiyê.

Bi beşdarbûna Koalîsyona Ereb a ji bo şer ku dibin pêşengtiya Erebîstana Siûdî de hatî avakirin re şer berfireh bû. Ji ber ambargoya Siûdiyan a li ser welat, li welat krîza mirovahî gihişt asta herî mezin. Di nava sê salan li welatê nifûsa wê 27 mîlyon, 8 hezar û 750 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirÎ 50 hezar kes jî birîndar bûn.

Daxuyaniyên dawî yên ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve hatîn kirin de, ji ber negihiştina alikariyan ji bo welat nîvê nifûsa welat bi metirsiya birsîbûnê re rû bi rû ne û hişyariya bi hezaran zarok ji ber nexweşiyan dibe bimrin hatibû kirin.

JI BO MUZAKEREYÊN BI EREBÎSTANA SIÛDÎ RE BANGA AMADEBÛNÊ HATIBÛ KIRIN

Li welat şewba kolerayê bu sedama mirina bihezaran kesan, hefteya derbasbûyî Alî Abdullah Saleh ku ev 2 sal e bi Erebîstana Siûdî re şer dike peyam şand û bi şertê rakirina ambargoyê re amadene muzakereyan bikin. Di heman rojê de li paytext Sana yê di navbera Hûsiyan û alîgirên Saleh re şer destpêkirîbû.

Tenê di şerê roja Çarşema borî ve tê payîn ku hejmara kuştiyan li ser 120 hezarî re be. Tenê ev hejmar şerê di navbera roja Çarşem û Înê de ye.

Piştî ragihandina kuştina Saleh, Serokê Dewletê Mansûr Hadî fermana operasyona li dijî paytext Sana da yekîyên artêşê. Ev jî tê wateya pêvajoyekî giran ji bo Hûsiyan.

SIÛDÎ JÎ JI ŞERÊ XILAS NEBÛYÎ DE ZORIYAN DIKÊŞE

Kuştina Saleh, di heman demê de ji bo Erebîstana Siûdî jî ji ber şerê navxweyî yê Yemenê dixe nava zoriyan. Li Erebîstana Siûdî Wezîrê Parastinê û Prensî Velîaht Mûhammed bin Salman ku hêz di destê wî deye ev jî tê wê wateyê ku ji bo Selman zorî wê bidome. Selman li Yemenê soza ‘serketina bi lez’ kirîbû lê belê di aliyê leşkerî de pêşveçûnek bidest nexist û di 4’ê Mijdarê de fuzeyên ku ji aliyê Hûsiyan ve hatibû avêtin bûbû sedam rageşiyê.

Her çiqas ev fuzeyên ku hatî avêtin beriya ku bigihe paytext Riyadê hatibû îmhakirin jî, piştre 2 wezîr û Fermandariya Hêzên Deryayî ji erk hatibû girtin û ji bo Mûhammed Bîn Selman jî bûbû bahaneya tasfiyekirina gelek beşan.