Bi hezaran jin li Chîcagoyê li dijî Trûmp daketin qadan

Li bajarê Chîcago yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), bi hezaran jin li ber polîtîkayên Trûmp ên "dijberiya li jinan" rabûn û daketin kolanan.

Partiya Demokrat dixwaze ku di hilbijartinên meha Mijdarê de li Meclîsa Nûneran serdest bibe.

Jinên ku bi dirûşma "Em heta sindoqan bimeşin" li hev civiyan, bal kişandin ser hilbijartin^ne parlamentê yên destpêka meha Mijdarê û pankartên bi nivîsa "Deng bide, jiyana me bi vê ve girêdayî ye", "Pêwîstî bi her dengî, bi her hilbijartinê heye" vekirin.

Jinan li navenda Chîcagoyê dezgeh danîn û hewl dan balê bikişînin ser hilbijartinê.

Trûmp herî dawî Brett Kavanaûgh ku ji ber îstîsmara zayendî hate sûcdarkirin, ji bo Dadgeha Bilind wezîfedar kir. Vê yekê nerazîbûna jinan zêde kir.

Xwepêşandanên bi heman rengî meha Îlonê li bajarên din ên DYA'yê pêk hatibûn. Teksas, Georgîa û Başûrê Carolîna jî çend ji van bajaran bûn.

Organîzatoran diyar kirin ku ev çalakî ne ji bo piştgiriya partiyekê ne û gotin, piraniya fînansmana wê ji aliyê komên ku destekê didin demokratan ve hatiye dayin. Li Chîcagoyê di çalakiyê de peyameke Hîllary Clînton jî hate weşandin ku Clînton sala 2016'an hevrika Trûmp bû.