Berset ê ji SP'ê bû Serokê Konfederasyona Swîsreyê

Ji bo Serokatiya Konseya Federal a Swîsreyê Alaîn Berset ê ji Partiya Sosyalîst (SP) hate hilbijartin. Berset wê ji sala 2018'an û pê ve dest bi wezîfeya Serokatiya Konfederasyonê bike û li qada navneteweyî Swîsreyê temsîl bike.

Ji bo Serokatiya Konfederasyona Swîsreyê ku her sal bi rêk û pêk diguhere, ji bo sala 2018'an Wezîrê Karên Hundir ê ji Partiya Sosyalîst Alaîn Berset hat hilbijartin. Ji 210 dengên parlamenterên Konseya Dewletê û Parlamenta Neteweyî, Berset 190 deng stand û bi vî rengî wê sala 2018'an serokatiyê ji Konseya Federal a Swîsreyê re bike. Berset wê ji 1'ê Çileya 2018'an û pê ve dest bi wezîfeya xwe ya nû bike û Swîsreyê li qada navneteweyî temsîl bike. Ji bo alîkariya Berset jî, ji UDC Uelî Maûrer ku 178 deng stand, hate hilbijartin.