Li Elmanyayê, piştî ku hejmara penaberên bi agahiyên şaş ên nasnameyê serlêdana penaberiyê dikin zêde bû, Daîreya Koç û Penaberan bernameyeke komputerê amade kir. Daîreyê, demeke dirêj nikarîbû bi têrkerî zanyarên ziman peyda bike ku bi rêya wan tespît bike bê penaberên serlêdana penaberiyê dikin ji kîjan welatî hatine û bi zaravayê kîjan herêmê diaxivin.
Par ji bo tespît bikin, ku 1400 penaber ji kîjan welatî hatine, alîkarî ji zanyarên ziman hate xwestin. Daîreya Koç û Penaberan ji bo valahiya peydakirina zanyarên ziman dagire, bernameyeke komputerê amade kir.
Ji beşa IT a daîreyê Markûs Rîchter diyar kir, ku ji meha Îlonê û pê ve ji bo ceribandinê wan li asta federal dest bi bikaranîna bernameya navborî kirine û anî ziman, ku encam serketî ye. Rîchter da xuyakirin, ku bernameyeke wiha li cihekî din ê cîhanê nîne û got, piştî ceribandina bi heman wan bername xistine meriyetê.
NIHA 4 ZARAVAYÊN EREBÎ TESPÎT DIKE
Penaberên ku bêyî nasname yan jî belgeyeke ger û geştê ya derbasdar serlêdana penaberiyê dikin, du deqeyan ji komputereke bi bernameya navborî re diaxivin. Bername niha 4 zaravayên Erebî tepsît dike û derdixîne bê penaber ji kîjan welatî û herêmê hatiye. Her çar zarava li Sûriye, Fîlîstîn, rojavayê Urdunê û Lubnanê tê axaftin.
Lê bername wê di dema pêş de 30 zarava û devokên Erebî tespît bike. Tevî ku hin ji van zaravayan ji bilî jiyana rojane tenê di nivîsên fermî de tê bikaranîn jî, bername wê bi van derxîne.
Ji sala 2015'an û vir ve, gelek penaberên ji welatên cuda yên Ereb xwe gihandin Elmanyayê gotin ku ew welatiyên Sûriyeyê ne û ji şer reviyane.
Nayê zanîn ku bername wê di dema pêş de zimanê Kurdî, devok û zaravayên wê tespît bike yan na. Ji ber ku Daîreya Koç û Penaberiyê di encama lêkolînên dûr û dirêj de tespît kiribû ku gelek penaberên Kurd ên ji parçeyên din ên Kurdistanê hatin, gotin ku ew ji rojavayê Kurdistanê hatine û serlêdana penaberiyê kirin.