Bangên ji bo pêşîgirtina li Le Pen zêde dibin
Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Fransayê roja Yekşemê ye. Li hemberî namzeta rastgiriya tund Marîne Le Pen, gelek partiyên siyasî û sendîkayên çep banga 'pêşîgirtina li Le Pen' dikin.
Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariya Fransayê roja Yekşemê ye. Li hemberî namzeta rastgiriya tund Marîne Le Pen, gelek partiyên siyasî û sendîkayên çep banga 'pêşîgirtina li Le Pen' dikin.
Serokkomarê ji Partiya Sosyalîst (PS) Françoîs Hollande îro daxuyaniyek da û ji bo "parastina nêrîna komarê" bang kir.
Sendîkayên çep jî bang kirin, ku di tûra duyemîn a hilbijartinê de piştgirî ji Wezîrê berê yê Maliyeyê Emmanûel Macron re bê dayîn.
Bi qasî 30 rêveberên yek ji sendîkayên herî girîng ên komunîst CGT bang kirin û li hemberî Marîne Le Pen xwestin deng ji Macron re bê dayîn. Bangawazî di rojnameya Humanîtê de hate weşandin hat destnîşankirin, tevî polîtîkayên xwe yên lîberal jî, dengên ji bo Macron wê pêşî li 'desthilatdariya faşîst' bigire.
Di bangawaziyê de hate gotin, "Endamên CGT baş dizanin, ku dema faşîzm hate ser desthliatdariyê wê bi guhertineke demokratîk dest ji desthilatdariyê bernede."
Sendîkayên din ê mezin ên weke CFDT û Ûnsa jî bang kiribûn, ji bo deng ji Macron re were dayîn.
JI BILÎ MELENCHON, GELEK SIYASETMEDARÊN ÇEP BANG KIRIN, KU DENG JI MACRON RE BÊ DAYÎN
Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê (PCD) Pîerre Laûrent duh daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku bi bilindkirina faşîzmê re lîberalîzm nikare bê qelskirin.
Namzetê baskê çep ê partiya PS Benoît Hamon, ku bi rêjeya ji sedî 6,3 ê dengan di tûra yekemîn de têk çû, 'zehmet jî be' xwest, di tûra duyemîn de deng ji Macron re were dayîn.
Di tûra yekemîn a hilbijartinê de, ku roja 23'ê Nîsanê hate kirin, Macron ji sedî 24, namzeta rastgiriya tund Marîne Le Pen jî ji sedî 21,3 ê dengan standibûn û ji tûra duyemîn re man.