Nordlîng daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî azadiya çapemenî û îfadekirinê asteng bike. Nordlîng bal kişand ser vî tiştî ku Newroz Tv a ku hatiye qedexekirin û Ronahî Tv a ku dixwazin qedexe bikin ji Swêdê weşanê dikin.
Nordlîng got ku helwesta Tirkiyeyê cihê fikarê ye û xwest ku bila Eûtelsat azadiya ramanê biparêze û stûyê xwe li hemberî zextên Tirkiyeyê xwar neke.
Nordlîng bibîr xist ku şirîkê herî mezin ê Eûtelsatê dewleta Fransayê ye û got: “Federasyona Rojnamevanan a Swêdê bang li hikumeta Fransayê dike ku mafên mirovan biparêze û ji bo betalkirina biryarê bila zextan li Eûtelsatê bike.”
SJF bang dike û dibêje bila Hikumeta Swêdê vê meseleyê bi hikumeta Fransayê re biaxive û pêkutiyên li ser kanalên Kurdan têxe rojeva Yekîtiya Ewropayê.